Girtîgeha Tîpa L a Entalyayê, di 23’yê Sibatê de biryar da ku ji bilî pirtûkên dersan, ew ê destûrê nede ti pirtûkên din bikevin girtîgehê. Li ser daxwaza girtiyan, parêzeran li Dadweriya Înfazê ya Entalyayê îtiraz kir. Lê belê Dadgeha Ceza ya Giran a yekemîn a Entalyayê îtiraz red kir. Li ser vê yekê jî parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da, lê belê hîna AYM’ê biryara xwe nedaye.
Binpêkirinên mafan hîn didomin
Li aliyê din hat îdiakirin ku pirtûkên girtî daxwaz dikin ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi fiyetekî du qat zêdetir tên firoştin.
Parêzera endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Nagehan Avçîl, rewşa heyî nirxand. Avçîl, bilêv kir ku piştî îlankirina Rewşa Awarte Girtîgeha Tîpa L a Entalyayê bi êşkenceyê hatiye rojevê, rayedarên êşkencekar nehatine darizandin û her wiha li girtiyên êşkence xwarî jî cezayên dîsîplînê hatine birîn. Avçîl, diyar kir ku bi Rewşa Awarte re li girtîgehan gelek maf hatine binpêkirin û ev binpêkirin hîn jî didomin.
Nikare girtiyan bitepisîne
Avçîl, anî zimên ku îdareya girtîgehê li ser girtiyan polîtîkaya çewisandinê bi rê ve dibe û yek ji van polîtîkayan jî nedayîna pirtûkan e. Avçîl dest nîşan kir ku girtîgeha ku bi rêbazên zorî nikare girtiyan bitepisîne, vê carê hewl dide girtiyan ji pirtûkan dûr bixe. Û wan ji mafê wan mehrûm bike“
Zora kêfî li girtiyan dikin
Avçîl, anî ziman ku girtiyên siyasî ancax 2 mehan carekê dikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin û got: “Dema girtî dibêjin ‘ji ber çi wisa tê kirin’, ji wan re dibêjin ‘eger hûn biçin qawîşên serbixwe em ê we têxin qawîşên asayî.’ Li girtîgehan her cure mafên girtiyan tên binpêkirin.”
Dest danîne ser pirtûkên bi Kurdî
Avçîl, anî ziman ku girtiyê bi navê Eyup Kiliç pirtûkeke bi Kurdî nivîsandiye, lê belê îdareya girtîgehê dest daniye ser pirtûkê û nahêle bişîne derve. Li ser mijarê rêveberiya girtîgehê bersiv nade telefonên xwe.
STENBOL