Pirtûka Sakîne Cansiz a li Îtalî jî hatiye wergerandin bi welatiyên Îtalî hat danasîn û jinên Îtalî dan zanîn ku Sakîne Cansiz bi berxwedan û têkoşîna xwe bûye pêşenga jinên cîhanê. Li bajarokê Ivera yê Torînoyê ya Îtalyayê bi beşdarbûna welatiyên Îtalî pirtûka Şehîd Sakîne Cansiz a bi navê ‘Jiyana min her şer bû’ hat danasîn. Di şevê de beşeke jiyana Cansiz ji bo beşdaran hat xwendin û jinan bi kêfxweşî pêşwazî kir.  Mêvanên beşdarî şahiyê bûn diyar kirin ku Sakîne Cansiz bi berxwedan û têkoşîna xwe bûye pêşenga hemû jinên cîhanê, divê hemû jin xwedî li têkoşîna Cansiz derkevin. 


TORINO