Navenda KURDÎ-DER'ê di 2006'an de li Amedê hat ava kirin. Li tevî Tirkiyeyê 30 şaxên KURDÎ-DER (Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî)'ê hene. Bi salane ev sazî Kurdî fêrê ciwanê Kurd dikin. Di salê de nêzî 2500-3000 hezar xwendekar ji wan saziyan perwerde digirin. Bi salane di aliyê Kurdî hîn kirin de bi dehan materyal hat avakirin. Ji hînkerê bigirin, heta ferheng, rêziman û rastnivîsê gelek materyal hate avakirin. Di demê dawî de jî KURDÎ-DER pirtûkên dibistana seretayî ya ji yekemîn heta çaremîn çap kir. Lê Serokê KURDÎ-DER'ê ya Giştî Sebahattin Gültekin anî ziman ku pirsgirêkên wan ne amadekirina materyalan e û ji aliyê materyalan de tu pirsgirêkan wan tune û wiha axivî: "Di warê perwerdeyên de lingênperwerdeyê hene. Binesazî, mamoste, xwendekar û materyal. Birastî di nav wan de her çiqas di cihanê de amedekariya materyalan û ji aliye zanistî xebat dijwar be jî, le lingên ku min got ji wan tiştan pêştetirin. Heke binesazî tunebe sûda materyala tune ye. Heke mamosteyên te tune be dîsa sûda materyalan tune. Dîsa xwendekar tune be, sûda materyalan tune. Perwerdeyî polîtîqayek giştiye. Her aliyê wî hene. Tu yekê nikarî têkî cîhekî din an jî yekê pêşte bixî, yekê şunda bixî. Ji bo me Kurdan tiştê herî hêsan materyal e. Ji ber ku em mînakên cîhanê dibinin."


Pêwistiya xebatên akademîk  

Perwerde tiştekî zaniste, ji ber vê yekê her roj çiqas diçe pêşve dikeve. Rê û rêbazên nû, rêgezên nû derdikeve. Dayîna dersan û rêgezên perwerdeyê derdikevin. Zanist her roj diçe pêşve diçe. Serokê Giştî ya KURDÎ-DER'ê Sebahattîn Gûltekîn di derheqê amadekirina materyal û dayîna dersan de anî ziman ku ew ji bo dersa dayînê her tim amade û di aliyê materyalan de pirsgirêk nakişînin û wiha got: "Dibe ku gava me dest bi perwerdeyê kir materyalên me ne mükemmel bin, lê li gorî şert û mercên xwe divê em ji cihêkî destpê bikin. Diwarê ziman de îro pirsgirêka Kurda ev e, Îro li Ewrûpa, li Başûr, Mexmûr,Rojava li Bakûr bi hezaran mirovên Kurd, di fermiyetê de, di pergala heyî de li her derê cîhanê xwendekariyê dikin, perwerdeyê didin û ji perwerdeyê haydar in. Rê û rêbaza ku di perwerdeyê de tê bikaranîn, êdî me ew jiber kiriye, em dizanin ew çiye. Di aliyê zanistê de mînak em bejin kiryarî an jî dersên beşên zanistî. Mînak em di polên 5'an de dersa gerastêrkan didin, pergala roj û gerastêrkan. Gava em van bi Kurdî bidin rastî zêde bibin an jî dê pergal xira bibe? Hemantiştî de di dêlaTirkî de em ê Kurdî bidin. Di îngîlîzî de jî heman tiştî ye. Mînakkiryarî 2 car 2 bi îngîlîzî jî 4 e, bi Kurdî jî çar e. Ji ber wê dibêjim materyal tiştê herî hêsan e. Em akademisyen û mamosteyên Kurdan li tevî cîhanê divê bînin cem hev wê demê ew şert û mercên polîtîqayê dê bînin cîhekî. Ev tişt sererast bibe, ji xwe heta lîseyê materyal têrê me dike. Em warê materyalan de amade ne. Materyalên me hene. Tene pirsgirêk bi materyalan naqede."

Li Amedê dibistaneke Kurdî tune

Sebahattîn Gûltekîn da zanîn ku ew bi salane li saziyên xwe Kurdî fêr dikin, lê dîsa polîtîqayên wan yên giştî tune ye û wiha domand: "Di damezrandina komara Tirkiyeyê dema dest bi tîpên latînî kirin kesekî ku tîpên latînî bizanibûn tûnebûn. Ew ên ku 29 tîpên Latînî bizaniban dikirin mamoste. Em bibejin diwar û dezgehên me de bisalane em, ev 3 serdeme yanî 15 sale ku me şaredarî xilas kir. Em di polîtîqaya ziman de sazî û dezgehên xwe siyaseta xwe çiqas pêşve bir. Divê warî de ez nikarim bibêjim me her tiştî bi dil xweş û baş kir. Diwarî ziman de em gelek kêm man. Îro li vê bajarê 3 hezar hep dibistanên pergalê hene. Yek dibistana bi Kurdî tune. Ev sûnce me nîne. Kurdî bi salane qedexe bû. Ev 90 sale qedexeye û ji bo kesên ku bi zimanê xwe axivî bi salan di girtîgehan de man. Ji bo helbesta Qimil ya Kurdî wek tê zanîn 50 rewşenbîrên Kurd ketin hundir. Divê 40 salî de gelê Kurd qasî ku di aliye siyasî de pêşketiye û Kurdê di di Rojhilata Navîn de bûne hêz. Kijan hêz divê erdnîgariyê de siyaset bike, divê Kurd bigirin ber çav û li gor wî siyaset bikin. Ev di hêla polîtîk de ye. Lê mixabin di hêla zimên de hêj polîtîqaya me ye ziman tune ye."

Pirsgirêk bi komeleyan çareser nabe

Gûltekîn destnîşan kir ku Kurd êdî neçin ber deriyê gerînendeya perwerdeya a mîllî ji aliyê ziman de tiştekî nexwezin û wiha axivî: "Divê êdî ziman û perwerdeyê em biçin ji şaredarên xwe bixwazin. Tu îradeya me yî, me tu hilbijart, li hemû dinyayê karê perwerdeyê şaredarî dikin. Tirkiye her çiqas divê mafê destnedanê girtiye jî şertên Ewrûpayê rêvebiriyên xwe cihî heye. Hûn dikarin bêjin Tirkiye hinek tişt qebûl nekiriye. Di Tirkiyeyê de jî di zagona bingehîn de dibêje zagonên navneteweyî di ser zagonê navxweyî de ne. Divê em warên di polîtîqaya ziman de polîtîqayan perwerdeyan de divê me hinek tiştan bikin. Ev tişt bi saziyek an jî bi komeleyek çareser nabe û karê perwerdeyê nameşe. Perwerdeyî divê bi awayek giştî bi gel re, bi sazî û dezgehên gel re, bi sazî û dezgehên siyasî re bi tevahî ev kar bê kirin. Divê parlamenter û şaredarî xwe bidin ser vê karî. Li Kurdistanê ji Baroyê heta Odeya Bijîşkan çi sazî û dezgeh hene divê bi awayek giştî werin cem hev runîn û nîqaşan bikin. Em li ser her tiştî nîqaşan dikin. Di serê dinyayê de yên ku herî zêde civînan dikin Kurd in. Divê êdî em li ser zimanê Kurdî û jiyandina wî bisekinin. Hinek tiştan tu kes di tepsiya zêrin de nedeya Kurdan."

Destketiyên niha encama têkoşînê ye

Serokê KURDÎ-DER’ê ya Giştî Sebahattin  Gûltêkîn diyar kir ku îro destketî tev bi têkoşîna Kurdan çêbû ye û dewlet tu tişt ji berîka xwe nedaye û wiha axivî: "Mînak TRT-6, Kurd gava li ser xaniyan sataleytên xwe çêkirin piştre hat. Hewceyiya Kurdan êdî bi TRT'yê nebabû jî. Dû re gotin ku em li zanîngehan beşên Kurdolojiyê vedikin. Heta navê Kurd bi lêv jî nekirin. Gotin beşên zimanên ku tê jiyîn bi nav kirin. Beriya wî ji xwe enstiya Kurdî ya Stenbolê vebûbû. KURDÎ-DER vebûbû, saziyên me xwe bi rêxistin kir. Feraseta dewletê her tim wiha bû. Heke komûnîzm jî bê Tirkiyeyê divê ez bînim. Niha saziyên ku min digot, tev li ser ziman xebatê dikin. Dewlet got ku bi polîtîqayên xwe binê van tiştan vala bikin. Bi polîtîqaya ewiqandinê asîmîlasyon dirêj dikin. Piştre xwestin bi polîtîqayên xwe cûdatî têxin nav dimilkî û kirmancî ye. Gotin ku Dersîm û zaza zimanekî cihî ye. Li Çewikê jî tiştêkî wiha kirin. Du re dersên hilbijartî avêtin holê. Di cîhanê de tiştekî wiha tune. Ji gelekî re bêje tu di welatê xwe de, tu yê li ser axa xwe wek gelê Rojhilata navîn 40-45 mîlyon mirov û li Tirkiyeyê 25 mîlyon mirov em perwerdeya xwe bi dersên hilbijarî bidin. Ew jî heftê 2 seatan bidin. Ew jî ku mamoste hebe ku pol hebe. Ev tişt jî ji ber têkoşîna Kurdan hatin dayîn. Ne ji demokratbûna wan bû. Herî dawî jî di destûra bingehîn de perwerdehiya taybet ev jî sosretek ji ê din sosrettir. Gelê Kurd bi vê awahî di dibistanên taybet de perwerdeyê qebûl nakin. Ev hemû wek KURDÎ-DER, wek TZP em van şermezar dikin û red dikin. Ji destpêkê heta zanîngehê yek xêzek me heye. Ew jî perwerdehiya bi zimanê dayîkê. Ji Matematîk, Fîzîk û Kîmyayê bigirin heta tip û hiqûqê."

'Pêşengên civakê li ziman xwedî dernakevin'

Gûltekîn anî ziman ku armanca wan a sereke Fakûlteya Dîcleyê vegerîna Kurdî nîne, daxwaza wan ji dibistana seretayî destpê kirin e û wiha got: "Ziman ji jor de nayê, divê ji jêr de biçe. Heke polîtîqayeke me hebûya niha me zimanê xwe nav gel de pêş de biribû. Ziman bi du aliyê pêş ve diçe, yek divê ew ziman zikê te têr bike. Ya dûyemîn jî divê tu bi awayekî hişmendî li zimanê xwe xwedî derkevî. Ji ber ku hişmendiya me vala ye, zimanê me zikê me têr nake. Kesên ku herî zêde xwedî wê hişmenidiyê ne vê zimanê bi kar naynin. Pêşengê civakê, vê zimanê bikarnaynin û xwedî dernakevin. Heke pêşengekî li zimanê xwe xwedî dernekeve nikare biçe ji dayikek re bêje biçe ji zimanê xwedî derkeve. Em wek şaredariyê 15 sale ku li herêma xwe serdest in û projeyekî paradigmaya me heye. Paradigmaya me xweseriya demokratîk. Xweseriya demokratîk, lingê wî yê herî girîng jî ziman e. Heke îro pirsgirêk înkarbûna Kurd be, tu kes me înkar nake. Wê demê divê pirsgirêka me qediyaba. Lê neqediyaye. Wê demê em dikarin bêjin pirsgirêka me ne tenê înkar kirina Kurd e. Îro ji partiyên herî faşîst bigire heta yê odlar hemû partî kes nikare bêje li Tirkiyeyê Kurd tune ye. Yanî Kurd êdî nayê înkar kirin. Heke mesele tenê ev bûya divê pirsgirêka Kurd çareser bibûya. Pirsgirêka me çand û zimanê Kurd e, dîrok û wêjeya Kurd e. Niha di vê warî de pirsgirêk heye. Qaşo me xweseriya demokratîk eşkera kiriye. Siyasetmadarê me dibêjin ku me dest bi projeya pevajo înşayê kiriye. Li gorî min êdî ne hewceye ku Kurd biçin ji Gerînendeya Perwerdeya Mîllî yên dewletê çalakî bikin. Divê ev polîtîqa di serî de xwedî li vê tiştî derkeve. Dibistan bên vekirin û Şaredarî li van dibistanan xwedî derkevin. Heta Kurd çi bi dest xistiye bi pratîkên xwe tiştan kiriye. Divê di serî de hemû sazî û dezgehên me bi zimanê xwe biaxivin."

'Divê şaredarî êdî dibistanan vekin'
Serokê KURDÎ-DER’ê ya Giştî Sebahattin Gûltekîn destnîşan kir ku îro pişaftin qediyaye û ew êdî xwe bi xwe dipişêrin û wiha bi dawî kir: "Divê em serî de ji xwe destpê bikin.Kes nayê li mala me, şaredarî û kolanên me nabejin bi Kurdî neaxivin. Ji ber ku dawî li pişaftina xwe bixwe bînin, divê di serî de tevî qadroyên me yên şaredariyê bi zimanê xwe biaxivin. Bila gelê me ev tişt bide pêşiya şaredarên me, heke tu Kurdî nizanibî mafê te tune ye tu li vê şaredariyê bixebitî. Em gava ev tişt dibêjin bila neyê ew wateyê ku em dijminê zimanê Tirkî ne. Bi sînoran re jî eleqeya me tune. Ji xwe paradîgmaya me kifş e. Divê şaredarî êdî dibistanan vekin û van dibistanan xwedî derkevin. Ya dûyemîn, divê tevî dezgeh û saziyên me bibin fêrgeha zimanê Kurdî. Me li ser kaxiz gotiye du zimanî. Maqsad dibêjih gel di bazarê de bibîne. Heke em bi vê ferasetê tevbigerin em ziman winda dikin. Siyaseta me ya din divê em li ziman xwedî derkevin. Pisporên me gelek in, dikarin bi hev re nîqaş bikin û ziman pêşve bixin."



MEHMET CÛRAN/DÎHA/AMED