Lêkolîner-nivîskar Mehmet Bayrak di pirtûka xwe ya bi navê “Kurtlerin ve Kurdistan’in Gorsel Tarihi (Dîroka Kurdan û Kurdistanê ya dîtbarî)” de, li hêlekê dîroka dîtbarî ya Kurdan vedibêje, li hêla din jî dîroka Kurdan a ji hêla dewletê ve hatiye berepaşkirin jî mehkûm dike.

Bayrak ji bo pirtûka xwe dibêje, “Dema mirov tiştina dixwîne tu bikî nekî, tiştina têdigihêje. Lê dema di vê yekê bi awayekî dîtbarî jî digihîje, ev bêtir balê dikişîne. Ji ber ku hay ji vê yekê heme, ev hema bêje 40 sal in, tiştên dîtbarî berhev dikim. Ev berhem ji dîtbariyên ku 40 sal in min berhev kirine, pêk tê.”

Min Kurdistana tê înkar kirin nîşan daye

Bayrak, anî ziman ku di vê xebata xwe de wî sûd ji çavkaniyên dîrokî yên herî kevn girtiye û got, “Min sûd ji belgeyên beriya mîladê jî girt, min ji wê dest pê kir. Min sûd ji xebatên Heredot, Homeros, Ksenefon, Strabon ên der barê Mezopotamyayê de girtin. Nexasim bi rêya mutercimên Suryanî di navbera çanda Anatolya, Kurdistan, Mezopotamyayê de danûstendinek heye. Min ev hemû derxistine holê. Min ji çavkaniyên sereke bi mînakan Kurdistana ku tê redkirin û înkarkirin. nîşan daye.”

Bayrak herî dawî got, “Kesên radibin Kurdistanê û gelê wê yê qedîm red kirin, divê çavekî li vê xebatê bigerînin. Ev xebat bersiveke mezin e.”

SELMAN GUZELYUZ / MA / ENQERE