Pirtûka ‘Êzdîxan û 97 Ferman’ a nivîskarên Kurd Ahmet Tîgrîs û Rojîn Zarg ku qala Êzîdiyan dike, ji du beşan pêk tê. Beşa yekê lêkolîn û fermanên li ser li Êzîdiyan e, beşa duyemin jî hevpeyvînên bi saxfilitiyên jinên Êzîdî re ne.

MÛRAT KÛSEYRÎ / STOCKHOLM

Nivîskar Amed Tîgrîs dibêje heta niha dihat zanîn ku 72 ferman li ser Êzîdiyan hatine rakirin lê esas 97 ferman e. Her wiha lêkolîner û nivîskar Tîgrîs dibêje ji Mogolan bigire heta malbata Bedirxaniyan gelek qewm û miletên cuda xwestiye Êzîdiyan qir bikin.

Rojîn Zarg a li Şaredariya Mezin a Amedê wezîfedar, ji bo alîkariyê bide saxfilitiyên Qirkirina Êzîdiyên li Şengalê li Amedê kar dikir. Hingî Rojîn Zarg guh dide çîrok û trajediya jinên Êzîdî. Piştî wextekê jî biryar dide hevpeyvînên xwe di pirtûkeke de berhev bike. Ji bo pêşgotina pirtûkê jî ji nivîskar Amed Tîgrîs rica dike ku ji bo pirtûka wê binivîse. Hingî Amed Tîgrîs jî ferq dike ku li ser Êzîdiyan û tarîxa wan zêde ne serwext e û ji bo lêkolîna li ser Êzîdiyan zend û bendên xwe badide.    

Ji du beşan pêk tê

Pirtûka ‘Êzdîxan û 97 Ferman’ ji du beşan pêk tê. Di beşa destpêkê de Tîgrîs li ser dîrok, cografya, ol, çand û kevneşopiya Êzîdiyan dinivîse her wiha qal dike çawa komkujî û qirkirinên li wan hatî kirin. Di beşa duyemîn de jî hevpeyvîna Targ a bi 35 jinên Êzîdî re kiriye hatiye weşandin.

Ne 72, 97 ferman hene

Li ser mesele bê ka çend ferman li Êzidiyan rabûne, hê jî hejmareke zelal û herkes li ser li hev dike, tune. Amed Tîgrîs jî got, heta niha dihate zanîn ku 72 ferman hene, bes di lêkolînên xwe de tespît kiriye ku 97 ferman li Êzîdiyan rabûne lewma navê pirtûkê kirine 97 Ferman.

Ji Mogolan heta DAÎŞ´ê

Tîgrîs got, wan di pirtûkê de komkujiyên di dema Osmanî de li herêmên Wêranşar, Êlih û Serhedê hatine kirin jî hesibandine û wiha xeber da: “Komkujiya herî mezin a li dijî Êzîdiyan dema ku artêşên Îslamê ketin nava Îranê, Anatoliyê û Kurdistanê hate kirin. Komkujiya duyemîn a herî mezin jî li Şengalê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate kirin. Mogolan jî berê li Şengalê komkujiyên mezin kirin. Perestgeh û gund şewitandin. Di dema Osmanî de Kor Mûhammed Paşa ku bi xwe Kurd bû kesekî gelekî oldar bû û Êzîdî qir kir. Li Cizîrê jî Bedirxan beg tevî ku ji bo ziman û wêjeya Kurd karên gelekî kêrhatî kirin jî bi xemgînî dibêjim ku di salên 1940’î de zilm li Êzîdiyan kirin.”

Tîgrîs ragihand ku Osmaniyan jî ferman dan paşayên xwe yên li Mêrdîn, Mûsil û Amedê ku Êzîdiyan qetil bikin.

   

Dixwestin xwe bikujin

Rojîn Zarg ku du sal û nîv bi Êzidiyan re xebitî, der barê xebatê xwe de wiha peyivî: “Destpêkê xwe gelekî vedigirtin. Me nikarîbûn wêneyekî jî bikişînin. Felaket û trajediyên gelekî mezin bi serê wan ve hatibûn. Hinekan ji wan digotin ku dixwazin dawî li jiyana xwe bînin. Bi kesî piştrast nebûn. Bi rojan ji Şengalê meşiyan û xwe gihandin Amedê. Dema ku em bi Kurdî bi wan re diaxivîn xwe nêzî me kirin. Qala serpêhatiyên xwe kirin. Li kampên li Iraqê jî me hin hevdîtin kirin.”

Ne ji PKK’ê bûya?

Zarg di Qirkirina Şengalê de îşaret bi rola PKK´ê jî dike û dibêje: “Êzîdiyên li kampên Amedê digotin, dema em li Şengalê bûn me navê PKK’ê jî nebihîstibû. Ez bi polîsên wan re axivîm. Gotin, ‘Eger ne ji koma PKK’î ya ji 17 kesan bûya wê em hemû qetil bikira’. Qala du jinên hatin wê deverê kirin. Jinan ji Êzîdiyan re gotine, ‘li xizmên xwe bigerin û ji wan re bêjin ku bi hezaran gerîla li çiyê ne’. Gotin, ‘bila DAÎŞ vê bibihîze ku newêribe êrîşî vê derê bike’. Êzîdî bûne heyranê aqil û taktîka jinan.”