
Çemê Hêzil ku şahidî ji bûyerên girîng ên dîroka Kurdan weke serhildan, mirin û koçberiyê re kiriye, hin caran bi lobandinê û hin caran jî bi êşan tê vegotin. Romana bi navê ‘Bila rondikên Çavên te nekevin Hezilê’ ku ji Weşana Goran derketiye, yekem romana nivîskar e. Roman ji 272 rûpelan pêk tê. Nîzar Îmret ku di temenê biçûk de tevlî nava refên gerîla bû û di 16 saliya xwe de jî li bejahiya Qilabanê hat girtin.
21 sale girtî he
Nivîskar Nizar Îmret cezayê mûebetê girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê de ye. Îsal dibe 21 sal ku Nîzar Îmret di girtîgehê de ye. Di romanê de serpêhatiya yekîneya 8 gerîlayên ku di dema şerê Başûr yê 1992’an de li çemê Hêzilê wenda bûn û meşa gerîla hatiye vegotin. Nivîskar Nizar Îmret, romana xwe ya nîv belgefîlm ku dîroka Kurdan a dema şerê nêz ê Başûr ku weke ‘birakujî’ tê bi bîranîn, ji xwandevanên xwe re pêşkêş dike. Hêzil xala derbasbûna Kurdan e. Eger desthilatdaran sinorên wê xet jî kiribe, lê rastiya gelan sînor nas nake. Rastiya mirovan jî sînor nas nake.
Nivîskarê ku bû mêvanê Hêzil, rastiya ku di heman demê de zarokên xwe xeniqandin û hem jî xwedî paradokseke ku rûniştiye jê re kiriye girî jî derdixe. Di şerê Başûr de di fikra Kurdan de hem êş û şînî, hem jî bi xeyala çemekî ku lê bira li bira dixist re hevdû dibîne. Nivîskar Îmret xwandevanê xwe bi van rastiyan re rû bi rû dike. Mirin, yê dikuje û têkiliyên xiyanetê, her sêyan weke dersek ji bo dahatûyê ji xwandevanên xwe re weke ezmûnek pêşkêş dike. Dema ku vêna dike, rastiya ku cardin yên êş dikişandin Kurd bûn cardin, vê agahiyê bibîr dixe. Nivîskar bi xwe gerîla ye û weke şahidê vî şerî bi xwe di nav de cih girtiye û rastiya wî şerî di aliyekî de bi nîşaneya Hêzil re dike yek. Ji ber Hêzil sembola derbasbûna Başûre jî. Di wateyekî din de di termînolojiya Kurdan de ‘xakên azad’ aliyê din ê Hêzil in. Hêzil bi wateyeke xwe ya din weke rêya bedelê diçe azadiyê tê vegotin.
Trajediya ciwanên Kurd
Nivîskar dema ku di romanê de vê derbasbûnê vedibêje, xeyalên xwe jî bi vê perspektîfê pêşkêşî me dike. Lehengên romanê, bi serpêhatiya malên hatin şewitandin, serpêhatiya mirovên ku bi hinceta ‘terorê’ ji ser xaka xwe hatine koçkirin ku di navde digere, destpê dike. Roman bi xeyala kekê ku li pey şopa xwişka xwe ya neçare bû bişîne Stenbolê destpê dike. Nakokiyên ku di navbera Stenbol û xaka dest jê berdayî de dijî, bi saya Rojda werza rojhilat-rojava û nakokiyên lehengê romanê yê ku di navbera vê de asê maye, nîşan dide. Kesê romanê Azad, pare qazanc dike, dildar dibe, di zewice, Rojdaya xwe dibîne lê ew hilweşîna xwe ku li coxrafya Kurdan hêlaye nikare ji bîr bike.
AMED