Di Pirtûka bi navê ‘Rewşa Jinê ya Çiyan’ de ji Mîzgîn Agirî ya ku piştî hezkiriyên wê tevli gerîla dibe û şehîd dikeve, tevli dibe bigirin, heta Sakîna Canda ya 11 salî, ji Avaşîn Yilmaz ya ku dizewice û hîn dibe ku hevserê wê sîxure ji Ewropayê derdive û berê xwe dide çiyan, heta Roza Pinarê çîroka 11 gerîlayên jin hene.
Di pirtûkê de li ser jiyana gerîlayên jin yên ji erdnîgariyên cudane hat sekinadin û her wiha di pirtûkê de hişmendiya zayenda jinê a di PKK’ê de hat dest girtin.
Her wiha di pirtûkê de sedam çûyîna jinana çiyê û heta niha çi guherî tê nirxandin û ligel vê rolên jin û mêran yên li çiya çawa tê jiyîn ev bi tecrubeyan tê vegotin. Li vir mînakên balkêş dertên holê.
Kefyê bigirin an jî nabe
Yek ji doçkavana yekem ya PKK’ê Menal Bagot, di 1989’an de tevli gerîlayan bûye. Di pirtûkê de wan rojên xwe wiha vedibêje: “Hevalên gelek bi rumet bûn lê nêzîkatiye feodal ya jin û mêr hebû. Hevalên ku em bi hev re hatibûn û mezin bibûn. Her çiqa aliyên me yên paşverû hebe jî em li ser xeyalekê hatin.Ji me re roja duyem gotin kefiyê bavêjin serê xwe, an jî nabe. Me jî got em bo leşkeriyê hatinevir, bo azadî û wekheviyê em şer dikin. Me îtîraz kir. Di koma me de zêde jin tune bû. 3-4 jin hebûn. Kefiya wan hebû. Hevalên din yên mêr jî ji gund tevli bibûn.Ji ber kefiyê zext hebû û hevalên me yên ku em bi hev re mezin bibûn, dema me hev didît, me xwe vedişart.Em hatibûn rewşeke ku nekarin slavê bidin hev.
Roza Pinar ya ku di 1989’an de ji Ewropayê tevli gerîlayan bû jî ji bo wan roja got: “Tu çiqas wek mêr şer bikî, wek mêr çekê bikarbînî, wek mêr bimeşî tu ewqas baş bûy. Di serê salên 90’î de her tiştê der barê jinan de ji aliyê mêr ve dihat diyarkirin. Tu çawa tevbigerî, çawa bijî, çawa cih bigirî? Ev ji aliyê mêr ve dihatin diyar kirin. Bi vî awayî dê çiqas bi jinê re îrade bihata afirandin? Nayê afirandin, ji ber ku li wir tu ne kirdeye, mêr kirdeye. Gerîlayên jin çawa ji rolên kevneşopiyê rizgar bûn?
Pirtûk bersivê dide vê pirsê jî. Bi banga Rêberê Gelê Kurd re artêşbûna jinê ava dibe. Lê ev wisa hêsan nebûye. Yên ku îtîraz kirine hebûne yên ku gotine nabe hebûne. Lê jinan jî dem bi dem gotine gelo emê bikaribin bikin.
Di pirtûkê de nêrînên gerîlayên jin yên ku tevli Yekemîn Kongreya YAJK’ê bûne jî tên parvekirin. Her wiha têgeha ‘çek, çiya, azadî, evîn û zayendî’ îro çawa tê fêmkirin jî tê lêkolînkirin.
Vegotinên Koçerîn Amed ya der barê çekê de nêzîkatiya hemû gerîlayên jin vedibêje: “Ez rojekê di nobetê de bûm. Bihar bû. Min çeka xwe danî gel xwe. Tişte bû destê min çû ser namluya çekê. Cemidîbû. Ez di carekê de veneciqîm. Piştre min ji we pirsî: Ev çek bo min tê çi wateyê? Min her roj ew paqij dikir, ji şiliyê diparast. Piştre min got ku: Di şer de tu ji bo min girîngî, bila şer biqede tu tenê parçeyekî hesinî, tiştekî sarî.” Ji bo ‘azadî çiye?’ îfadeyên cuda hatin.
Evîn qedexeye gelo?
Evîn jî wek têgeheke civakî tê nirxandin. Di vir de jî bersivê balkêş cih digirin.
Dîlan Nurhan li ser pirsa ‘Evîn ligel we qedexeye’ wiha got: “Ji qedexebûnê wêdetir, rastiyek heye. Ger têkiliyên wisa di nava me de pêş bikeve dê tevger biqede. Dema em tevli vê dozê bûn, em bûn şoreşger, me ev da ber çavan. Divê teqez em zirarê nedin vê dozê. Ger ku hestên min zirarê bidin, divê ez wan hestên xwe terbiye bikim.Ji ber vê jî em hestên xwe bi perwerdê terbiye dikin. Em vê rewşê bi dildarî qebûl dikin. Ne wek qedexe. Bê guman di nava me de tiştên wisa çêbûne. Lê yên ku vê bijîn di nava me de namînin. Mînak di van pêvajoyên tasfiyekar de mêrekî jinek bir. Divê evîn nebe îxanetê. Ger ku evîn be, hezkirin be divê tu doza xwe bi hev re bibî. Lê ger ku wê hesta di navbera mêr û jinê de dibe îxanetê ew ne evîne, ew ne hezkirine. Ji xwe yên ku vê di nava me de bijîn, di nava me de namînin. Direvin.Divê ew evîn, hezkirin û bê mezinkin. Wê demê dibe evîna rast, hezkirina rast.
Ji bo Arîn Mîrxan û Denîz Firat bû diyarî
Gerîlayên jin pirsa ‘Çima Hun evqas girêdayê Abdullah Ocalanin’ jî bersivandin. Ligel vegotinên jinan çavderiyên Demîr û albuma wêneyan jî têde cih digire û her wiha pirtûka Rewşa Jinan a Çiyan diyariyê şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan û rojnameger Denîz Firat hat kirin.
Rojnamevan Arzu Demîr diyar kir ku ew amadekirina pirtûkê wek cihanîna deynê wefayê dibîne û got dema ew çû qadên parastina Medya yek jî nas nedikir.
Demîr got: Me hev nedîtibû lê em ligel hev meşiya bûn. Ji ber ku em li pey azadiyê bûn. Heqîkata wan bibûn heqîqata min jî.
Niha jî ez wek sosyalîstek tirk, dixwazim deynê xwe yê wefayê bi vê pirtûkê bidim şervanên jin.
YASEMÎN POYRAZ/ANF/STENBOL