Li zindana Amedê tîpa D´yê bi hêceta “wê saziyê biçûk bixîne û zirarê bide rûmetê” pirtûka “Kê gurçik xwar? (Bobregî Kîm Yedî?)” ya Ozgur Amed nedan girtî.
Li zindana Amedê Tîpa D´yê rêveberî bi bahaneyan pirtûkan nade girtiyan û di vî warî de dibe asteng. Girtîgehê vê carê jî pirtûka “Kê gurçik xwar? (Bobregî Kîm Yedî?)” a Ozgur Amed bi hêceta “wê saziyê biçûk bixîne û zirarê bide rûmetê” neda girtî. Mehek û nîv berê pirtûk ji girtiyê bi navê Avnî Uçar re hatiye şandin. Komîsyona Perwerdehiyê ya Girtîgehê pirtûk asteng kir.
“Ez ê çîrokên nenivîsî binivîsim”
Nivîskar Ozgur Amed nerazîbûn nîşanî astengiyê da û got, pirtûk ne qedexeye û tu palpişta vê yekê ya hiqûqî nîne. Amed bal kişand ser nerehetiya rêveberiya zindanê ji pirtûka wî û diyar kir ku hê gelek çîrokên nenivîsandî yên der barê zindanan de li ber destê wî hene wê wan binivîse û got: “Gelo li girtîgehan rûmet maye?”
NAVENDA NÛÇEYAN