Ji 5’ê nîsanê heta niha ne bi Ocalan ne jî bi 5 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dimînin re hevdîtin nehatine kirin. Lê agahiyên herî dawî hatine bi destxistin, nîşan dide ku tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan û girdiyên din di astek bilind de berdewam dike. Parêzerê Buroya Sedsalê Rezan Sarica diyar kir ku herî dawî pê hesiyan e ku pirtûka Ocalan li girtîgehê nivîsandî ya bi navê, „Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk“ hatiye astengkirin û nedane miwekîlê wî.

Parêzarên Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha tên astengkirin û nikarin bi mewekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Parêzerên caran bi riya nameyên girtiyên din ên li giravê agahiyan digirin, daxuyandin ku tecrîda li ser Ocalan di astek bilind de berdewam dike. Parêzaran daxuyand ku herî dawî pirtûka Ocalan a cîlda 5’emîn a bi navê, „Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk“ jî radestî miwekîlê wan nekirine. Pirtûka demek dirêj ji hêla dewletê ve hate astengkirin û destûr nehat dayîn bê derxistin, ji bo parastina DMME’yê hatiye nivîsandin. Piştî pirtûk bi biryara dadgehê derket ji derve ji aliyê Weşanên Amarayê ve hate weşandin. 




‘Pirtûk ji bo DMME’yê hate şandin’


Parêzer Rezan Sarica diyar kir ku demek dirêj berî niha pirtûk ji miwekîlê xwe re şandine û wiha got: „Ev pirtûk demek dirêj bêyî hincet hatiye rawestandin. Piştre jî di 14’ê tebaxa 2015’an de ji hêla 1’emîn Dadgeha Sulhê ya Mêrsînê ve biryara berhevkirinê hatiye dayîn. Niha jî ev biryar wekî hincet tê nîşan dayîn. Ev pirtûk ji bo DMME’yê hatiye şandin û ligelek deverên cîhanê hatiye çapkirin. Pirtûk miwekîlê me bi xwe nivîsandiye û ji xwe fikriyata wî ye.„ Sarica got ku li hemberî vê biryarê îtîrazên pêwist kirine. 




‘Biryara bêhiqûqî hate dayîn’


Sarica anî ziman ku biryara 1’emîn Dadgeha Sulhê ya Mêrsînê jî bêhiqûqî ye û ev tişt gotin: „Ji ber ku vê dadgehê wekî hincet biryara Dadgeha Sulh Ceza ya Sêrtê û 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê yên di salên 2009’an de nîşan daye. Lê di sala 2012’an de tevahiya biryarên qedexekirina pirtûkan hatin rakirin. Lê ligel vê yekê jî bêhiqûqî û bêdadî bi awayek keyfî didome.“ Sarican daxuyand ku ji seda 5 pirtûka pêk tê, pirtûka 5’emîn bi awayek skandalî hatiye qedexekirin. Sarican derbirî ku li gorî Dadgeha Makezagonê cîlda 5’emîn serbest e û wiha domand: „Biryarên Dadgeha Makezagonê teqez in û li gorî madeya 153’yemîn a Makezagonê jî dadgehên neçarin biryarên Dadgeha Makezagonê esas bigirin. Lê bi awayek rûreşî hemû hiqûq tê binpêkirin.“  


 DÎHA/STENBOL