Civîna danasînê li Navenda Çapemeniyê ya Cadîz hat kirin û gelek kes tevlî bûn.

Endamê KNK’ê û tercûmanê pirtûkê Mahmût Çolak Zerdeştî û dostên gelê Kurd Joaqûîn Martînez û Îgnacîo Sûnîco li civînê axivî.


Medyaya navnetewî bêdeng e

Di dema axaftina xwe ya li ser pirtûkê de Zerdeştî ragihand, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de tê ragirtin û di serî de li Kurdistanê li gelemperiya cîhanê çalakiyên protestoyî, grevên birçîbûnê tên lidarxistin. 

Zerdeştî da xuyakirin, ku dewleta Tirk a bi her awayî piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ‘ê, qîma xwe bi vê ve jî neaniye, herî dawî Cerablûs dagir kiriye û hewl dide pêşî li yekbûna Rojavayê Kurdistanê bigire.

Her wiha Zerdeştî diyar kir, medyaya navneteweyî jî li pêşberî vê rewşê bêdeng e û bal kişand ser girîngiya piştgiriya navneteweyî ya ji bo Şoreşa Kurdistanê.


Wê dewam bike 

Di vê civîna danasînê de, ku nûnerên gelek saziyên civakî yên demokratîk, mafên mirovan, tevgerên çep û pêşverû jî lê amade bûn, derbarê paradîgmaya Ocalan û rewşa aktuel a Rojhilata Navîn û Kurdistanê de pirsên xwe pirsîn û nîqaşên berfireh hatin kirin.

Civîna danasînê îro jî li bajarê Sevîlla yê heman herêma Endulusê pêk tê. Dûre wê li bajarên Granada û Malaga yên vê herêma otonom, dewam bike. 



ANF/MADRÎD