Endamê Polîtburoya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Mele Bextiyar, pirtûka xwe ya bi navê “Şoreşa Kurdistanê û veguhertinên serdemê, têkoşîna çiya yan raperîna serdemê” li pêşengeha pirtûkan a paytexta Libnanê Beyrûtê pêşkeş kir.

Li paytexta Libnanê piştî ku pêşangeha pirtûkan a Beyrûtê ya Navnetewî hate vekirin, Endamê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar li gel Seroka Navenda Newroz a çanda civakî Henan Osman, lêkolînerê civakî Falih Ebdilcebar, serokê Navenda Suryaniyan Hebîb Efram, nûnerên partî û komeleyên xêrxwaz ên Libnanê û gelek welatiyên Kurd ên li Libnanê serdana pêşangehê kirin.


Felsefeya Ocalan vegotin

Di destpêkê de Henan Osman pêşwaziya mêvanan kir û derbarê rewşa gelê Kurd li tevahî Rojhilata Navîn de axivî û bal kişand ser rola jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de. Osman di axaftina xwe de berxwedana gel a Bakurê Kurdistanê silav kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk mafê wan e. 

Di heman serdanê de Rojnamevan Cemal Medlcî axivî û diyar kir ku rola fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şoreşa gelê Kurd de û derbirî ku felsefeya Ocalan ji bo tevahî gelên cîhanê yên ji bo azadiyê têdikoşin girîng e.


Berxwedana Bakur silav kirin

Piştre Serokê Navenda Suryaniyan Hebîb Efram derbarê yekçarenûsa hemû pêkhateyên herêmê de axivî û banga xurtkirina hevgirtinê kir.

Lêkolînerê civakî Falih Ebdilcebar jî derbarê pirtûkê û naveroka wê de û çawa piraniya şoreşan lêkolîn dike, axivî.

Piştre Mele Bextiyar derbarê rewşa gelê Kurd de axivî û diyar kir ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rastî siyasetên qirkirinê hatiye û li dijî van siyasetan hê jî li ber xwe dide. Mele Bextiyar wiha peyivî: “Têkoşîna bajarên Kurd li Bakurê Kurdistanê bandoreke mezin li meydana navnetewî dike û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yek ji partiyên herî bi hêz li herêmê ye û hemû dewlet hesab jê re dikin.”


Berxwedana efsaneyî ya Kobanê

Mele Bextiyar di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê di berxwedana Kobanê de yekemîn car di dîrokê de têkoşîneke efsaneyî dane meşandin û wiha pê de çû: “Berxwedana Kobanê gelek dewlet neçar kirin ku alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin. Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî gavên mezin di asta cîhanê de avêtin.”

Derbarê navaroka pirtûkê de jî Mele Bextiyar diyar kir ku pirtûk bi cesaret hatiye nivîsandin û xwendevanên Ereb dê rastiya gelê Kurd tê de nas bikin û têkoşîna wan li dijî pêlên şovenîst û Îslamiyên radîkal nas bikin.

Di dawiyê de Mele Bextiyar pirtûka xwe ji bo xwendavanan îmze kir. 


 ANHA/BEYRÛT