
Pirtûka nemir a Wezirê Eşo ya bi navê “Pirtûkên Kurdî, Li Ser Kurdan - Li Ermenistanê” ji aliyê weşanxaneya Ararat News / MED Diplomatic Publishing ve hatin weşandin.
Pirtûka çapbûyî beriya çûyîna ser dilovaniya xwe ji alî nivîskar, dîrokzan, rojnamegerê Kurd Wezîrê Eşo ve ji bo çapkirinê hatibû dayîn weşanxaneya Ararat News / MED Diplomatic Publishingê. Wezîrê Eşo di 23’ê Çileyê a sala 2015’a de, di 81 saliya xwe de, li paytexta Belçîkayê Brûksêlê çû li ser dilovanîya xwe. Pirtûk piştî mirina Apê Wezîr bi hevkariya weşanxana Ararat News / MED Diplomatic Publishing û malbata wî hat weşandin.
Çavkaniyeke dest jê nebe
Pirtûk her çiqas xebateke li ser Kurdên Sovyetan be jî “Pirtûkên Kurdî, Li Ser Kurdan - Li Ermenistanê” agahiyên berfireh dide xwendevanan da ku çawa zimanê Kurdî cara ewil di dîrokê de bû zimanê perwerdeyê, li Sovyetan berê. Her wiha, pirtûk ji bo mamostey, dîrokzan,lêkolîner û akedemisyênên Kurd wê bibe çavkaniyeke jêneveger.
Wezîrê Eşo, derheqa armanca vê pirtûka xwe de wiha dibêje: “Haya Kurdan li welatê me, Kurdistanê, û li beşên diyaspora Kurdî, bilî ya Sovyêtistana Berê, kêm yan jî qet ji dîroka Kurdên Sovyêtistana Berê û nemaze ji edebiyat û çanda wan tune bû. Weke pisporekî dîrok, edebiyat û çanda Kurdên Sovyêtistana Berê, ez xwe berpirs dibînim ku vê valahiyê weke karîn û zanîna xwe dagrim, tijî bikim. Ez bêtir, ji ber wê yekê, vê armancê bi cî tînim ku Kurdên li dervayî Sovyêtistana Berê bikaribin wê dîrokê weke ders, weke fêr bibînin û bi kar bînin.”
Pirtûk tevahî ji 137 rûpelan pêk tê û wêneyên cihê ya ronakbîr û lehengên ku xizmeteke mezin dane şoreşa perwerde û lîkolîna zimanê Kurdî, dihewîne.Hikûmeta Kurdistanê û nûnerê wê yê Yekitiyê Ewrûpa Dîlawer Ajgeîy jî piştgirî ji bo derçûyîna pirtûkê dane ser milê xwe. Kesên ku bixwazin ku pirtûka Wezirê Eşo dest xwe bixin, ew dikarin bi weşanxana Ararat News/MED Diplomatic Publishing (med-diplomatic@hotmail.com) Buroa Kurdi (kurdishbureau@scarlet.be ) û İnsituya Kurdi Bruksêlê (kib@skynet.be) re bikevin têkiliyê.
Wezirê Eşo kî ye ?
Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê,1’ê Mijdara sala 1934’an li paytexta Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. 1958’a fakûlteya Zanîngeha paytexta Ermenîstanê Yêrêvanê ya dîrokê kuta kiriye. Salên 1958-1961’ê weke serokê dibistana gundê xwe Pampê (li nawça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963’an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) di beşa Kurdi-Kurdzaniyê de ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê.
Salên 1964-1994’a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her wisa jî wek rêdaktor-wergêrê beşa weşanên bi Kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne.
Wezîrê Eşo, piştî ku di sala 1995’a de hate Belçîkayê, heya roja mirina xwe dest kar û xebatên xwe yên ronakbîrî û PEN a Kurdewarî berneda. Jîyana Apê Wezîr herdem dewlemend, Kûrdewar û serbilind bû.
Wezîrê Eşo di 23’ê Çileyê a sala 2015’a de koça xwe li nav me bar kir û çû li ser dilovanîya xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN