Li ser pêşangehê welatî peyivîn. Feleknas Esmergot, wê pirtûkên ku wê dixwestin, li pêşangehê peyda kirine û weha peyivî "Ez 45 salî me. Heya niha tu carî min pirtûk nekirîne, ji ber ku hemû pirtûk bi zimanê tirkî bûn. Ez tirkî dixwînim lê tênagihim. Li pêşangehê pirtûkên bi Kurdî hebûn, ez gelekî kêfxweş bûm, ez ê nikaribim hemû pirtûkên bi Kurdî bixwînim, ji ber ku xwendina min ne gelekî baş e. Lê belê tenê ji ber ku em bi hesreta pirtûkên bi Kurdî ne, min gelek pirtûkên bi Kurdî kirrîn".
Fîgen Eren a ku tevî zaroka xwe hatibû pêşangehê got: "Me gelek pirtûk peyda kirin. Bi taybetî standa weşana ku hertim jê pirtûkan dikirim, min li vir dît ez gelek pê kêfxweş bûm." Li aliyê din zaroka wê ya 12 salî Baran Can Soyvural jî got: "Meraqa min herî zêde ji bo pirtûkên zanista teknîkê heye. Gelek pirtûkên ku lêdigerim min li vir peyda kirin. Demeke dirêj e ku ez dixwazim ku bi hezaran pirtûkî bixwînim. Ev pêşangeh ji bo min gelek baş bû, dê lêgerîna min a pirtûkan zêde bibe. Lê ez daxwaza cihekî ji vir mezintir dikim."
'Zarok careke din dixwazin'
Zarokên ku temenê wan di navbera 10 û 12 salan de, Sînem Alp, Lorîn Alp û Sarya Aras dan zanîn ku, bi taybetî ji ber ku cihê pêşangehê di nava parkê de ye ew gelekî kêfxweş in. Lorîn û Sarya gotin, "Dema ku em li pêşangeha pirtûkan digerin û diwestiyan ji bo bêhnvedanê em diçûn bin daran û li parkê ji xwe re dileyzin. Ji ber ku cih bi ewle ye, malbata me jî zêde meraqa me nake." Zarokên bi navê Muhammed Kaya yê12 salî û Sedat Kaya diyar kirin ku ew tenê pirtûkek kiriye, ji ber ku perê wan tinene. Muhammed got: "Ji me re gotin pirtûk ji bo zarokan hatine erzan kirin, lê bi halê wan ê erzan jî em nikarin bikirin. Min pêşangeh neeciband. Eger pirtûkan bidin yên ku perê wan nînin wê baştir be."
AMED