Destpêka Hezîranê weşanên Nûbihar sê pirtûkên nû weşandin. Yek ji van pirtûkan jî ya Sedat Ulugana ye ku li ser beşek ji dîroka Mîrektiya Bedlîsê ye. Ulugana tercîh dike navê Bitlîs bi kar bîne. Wî li ser serdema mîrê Bedlîsê yê di sedsala 17´an de Evdal Xan de nivîsiye û pirtûk bi navê, “Mîrektiya Bitlîsê: Di Êwra Evdal Xan de (1618-1664)” derçûye.
Deriyê Kurdistanê
Weşanxaneya Nûbihar pitûkê ji devê nivîskarê wê Sedat Ulugana wiha dide nasîn: “Çawa ku Mele Mehmûdê Bazîdê jî behsê dike, “Dijmin” dema ku êrişê Kurdistanê bikira, divê pêşiyê Mîrektiya Bitlîsê dagir bikira. Ji ber ku Bitlîs deriyê Kurdistanê bûye.
Di dîroka Bitlîsê de, ji malbata Şerefxaniyan dewra Evdal Xan jî “serdema zêrîn” ya Mîrektiya Bitlîsê ye. Evdal Xan, di demeke kurt de bajarê ku di navbera du Împaratoriyên cîhanî de (Osmanî-Sefewî) mabû û bûbû qada şeran, kiribû qonaxeke şaristaniyê.
Bêguman di dîroka Kurdistanê de, bi sedan rêvebirên ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve serkeftî hene ku haya me bi wan çênebûye. Li dijî dîroka fermî, mirov dibîne ku di sedsala 17an de, li Kurdistanê mîrên muqtedîr hene ku wan rengê xwe dane dîroka Kurdistanê. Bêguman Evdal Xanê mîrê Bitlîsê jî ji van mîran e.”
NAVENDA NÛÇEYAN