Şahîn di pirtûka xwe de bi pirsa ‘Çima olperestî’ destpê dike û ji demên mîtolojîk digre û li ser êrîşên desthilattariyê ku li hemberî mirovahiyê diqewimin disekine. Şahîn, nêrînên xwe bi mînakên têkîlbûnê zayendî vedike û dide zanîn ku ev têkîliya herî paqij ji aliyê endustriyê ve çawa hatiye qirêjkirin û ew hûnera ku mirov pê rihê xwe zelal dike dîsa bi êrîşa desthilatdaran çawa fetiliye.

Nasnameya yekem û anîmîzm
Şahîn, diyar dike ku mirov nasnameya xwe ya yekem li qada ‘bawerî’ yê kar dike û dide zanîn ku mirov berê li hemberî xwezayê bi tirs bu jêre rûmet dide. Şahîn, sedema vê yekê bi mînakan vedike û bilêv dike ku mirov çawa ji yekî re başî dike û li hemberê wî başiyê dibîne dîsa ji xwezayê re jî ku başî bike bawer dike ku dê başî bibîne. Şahîn vê yekê girêdide anîmîzmê û li ser kuantumê jî disekine. Şahîn li ser dema îro de jî ramanên xwe tîne zimên û dide zanîn ku niha li hemberî xwezayê serdestî heye. Şahîn destnîşan dike di encama bi xwezayê re yekbûnê de pût dertên holê û her pûteke dibe nasnameyek ji bo kabileyan. Şahîn vê yekê wekî hestewariya ya xwe (xwemalîbûn) dinirxîne û diyar dike ku cewhera civakbuyînê li ser pêyva ‘Peza ji keriyê xwe biqete dê gur wî bigre’ dide vekirin.
Şahîn nêzîkatiya Descartes ya mirovê weke çerxa seatê dide nîşandan rexne dike û dide zanîn ku ev nêzîkatiyeke pozîtîvîst e û mirov weke robot dinirxîne. Descartes ji têkîlbuyîna civak-bawerî re seranser nêzik dibe û nêrînên Marks yê li hemberî metafîzîkê jî rexne dike. Şahîn, destnîşan dike ku Marks metafîzîkê bi tevahî înkar dike û ev yek jî dibe sedema metafîzîk têkeve bin bandora dewletê. Şahîn, bilêv dike ku metafîzîk nîzamkirina jiyanê û bingeha birdoziyê ye. Û wiha pê de diçe. pergala modernîteya kapîtalîst netew-dewlet weke ‘xwedayê ku hatiye bejayê’ teşe girtiye û bawerî êdî bilî dinyaya manevî, jiyana aborî-siyasî-çandî- û bi tevahî her tiştî dixe bin per û baskê xwe.

Hewldanên pêxemberan 
Şahîn, li ser hewldana pexemberan jî disekine û ji pexembera yekem Hz. Adem dest pê dike û bi ‘Fêkiya dara agahiyan’ têkîlîyên desthilatdar-mirov dide ber çavan. Şahîn, piştre Hz. Âdem, Hz. Îbrahîm, Hz. Musa û Hz. Muhammed dinirxîne û hêza wan ya li ser civakê bi berfirehî vedibêje. Şahîn di pirtûka xwe de dide zanîn ku Pexemberan li ser şopeke şoreşgerî meşiyane. Şahîn, li ser tespîtên rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê derbarê Hz. Muhammed de jî disekine û destnîşan dike ku Hz. Muhammed ji bo pêşketina civaka sincî û şoreşgerî rêbaza ol bikar tîne. Şahîn, li ser kevneşopiya Peyxemberan jî disekine û diyar dike ku Peyxemberan nirxên demokratîk ya komunal parastine. Şahîn, li ser pêvajoya  ‘Yek xweda’ jî disekine û wê demê weke ‘Koletiya gihiştî’ dinirxîne.

Ji Osmaniyan heta TC'ê Îslam
Şahîn, ji osmaniyan heta TC’ê Îslamê lêkolîn dike û di 1071’an de dema tirk têne Anatolyayê û Îslamê nas dikin digira dest û Serokatiya Karên Diyanetê ya îro dişibîne Şeyh-ul Îslamê.
Şahîn di pirtûka xwe de Fetullahan, Nakşiyan, cemaeta Nur û Hizbullahê jî vedike û NATO’yê jî digire rojevê. Şahîn li ser danasîna dijmin a NATO’yê radiweste û aliyên wan ên ku pêvajoya Yavuz Sultan Selîm re dişibin hev vedibêje. Her wiha mîsyona AKP-Gulen bi kurayî lêkolîn dike.
Şahîn, di pirtûkê de Îslama siyasî li Tirkiyeyê çawa ketiye dewreyê bi her awayî digire dest, dozên Ergenekonê û Fetullah piştî ‘Emniyetê’ artêşa çawa digire bin kontrola xwe şîrove dike. Şahîn di pirtûkê de M.Kemal Ataturk çawa Şeyh-ul Îslam çawa li ber çavan girtiye? û li şûna 22’ê Nîsanê di 23’ê Nîsanê roja înê Meclîs vekiriye û di merasîma vekirinê de gotinên wî yên "’Meclîsa ku ji bo xwe ji saltanat û xîlafetê rizgar bike dê bê vekirin bi destûra xwedê em ê piştî nimêja înê vekin’ bi bîr tîne. Şahîn, di pirtûkê de bi pêvajoya ‘Şerê Sar’ Tirkeye çawa bi Amerîkayê re tevdigere û nêzîk dibe jî vedibêje û plana siyasî ya Trumanê ya Amerîkayê û plana aboriyê ya Marshallê û konsepta leşkerî ya NATO’yê bi kurahî lêkolîn dike. Şahîn, di pirtûkê de dibêje ku Amerîka li dijî nifşên 68’an ku dê Tirkiyeyê bîne rewşa welateke demokratîk û sosyalîst tedbîran digire û bingeha Îslama siyasî davêje. Dîsa bi qetilkirina Mahîr û Denîzan li Tirkiyeyê pêşiya Tayyîp û Fetullahan tê vekirin.

‘Pêvajoya Kembera Kesk'

Şahîn, tiştên ku diqewimin weke ‘Kembera Kesk’ şîrove dike û dibêje ev polîtîka di 1974’an de bi Erbakan û Ecevît ve tê pratîzekirin. Şahîn, di pirtûkê de Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) ku piştî êrîşên 11’ê Îlonê li 50 welatên Îslamê çawa dikeve pratîkê jî vedike û Fetullah Gulen weke ‘Waizê ku li ser şaşikê kalê xwe kepa Amerîkayê dide serê xwe’ bi nav dike. Şahîn, Cemaeta Gulen jî wekî ‘Hespê Truvayê’ bi nav dike û cemaetê û AKP’ê jî Îslama nerm a ku modernîteya kapîlatîst tînin Rojhilata Navîn dide nasandin.
Şahîn, di beşa dawî ya pirtûkê de jî li dijî Tevgera Azadiya Kurd dorpêça diyanet+hizbullah+fetullah+artêşa taybet bi kurayî digire dest û pirsgirêkên bingehîn ên herêmê bi madeyan vedibêje. Şahîn dibêje ku bi olîtiya siyasî tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê xwestin. Îslama siyasî bi dewletê re dibe yek û nirxên Îslamiyetê yên weke maf, edalet, wijdan û sincê tune dike, civakîbûnê ji holê radike. 

‘Mislimantiya rast’

Şahîn, pergala dewletbûyinê jî dinirxîne û dide zanîn ku ev pergal li ser 3 bingehan rûdinê. Şahîn, 3 bingehan vedike û weke ‘Qebûlkirina belavbûyina civakê, di têkîlbûna xweza-mirov de nêzîkatiyeke desthilattarî, têkîliya mêr û jin de birdoziya hevpar û azad ku xelas be’ dide nîşandan. Şahîn, li ser avabûna bingehên dewletbûyinê jî disekine û ji Sumeran digire bi panteona kevneşop û cih gûhertina kirde-bireser disekine. Şahîn li hemberî ola çandî tevgera ola siyasî çawa hatiye destpê kirin û Îslama-hember dîroka xwe ji ku distîne li ber çavan radixe. Şahîn, li ser vê tespîta xwe diçe dem a Hz. Muhammed û xelîfeyan û ji xwendewanan pirseka ‘Çima xelîfeyên ku gelek dihatin hezkirin û ji bo gel pîroz bûn bi emrê xweda nemirin hatine kuştin?’ dipirse. Şahin, li ser vê pirsa xwe şerên desthilatdariyê û textan re ronahiyeke digire. Şahîn, pêyva rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ‘Bi mirina Hz. Muhammed Mislimantiya rast xelas bû’ bi bîr tîne.

AMED DÎHA