Çalakiya ku navê “Rojên Pirtûkan a Akdenîzê” lê kirine bi dehan weşanxaneyan dike mêvan. Ji weşanxaneyên Kurdan Weşanên Peywend, Lîs, Aram, Vate, J&J, Nûbihar, Do, Sîtav, Hêva, Tevn, Na, Ava, Morî her wiha ji kovarên Kurdan kovara “Kurt Tarîhî”, W dê dezgehên xwe deynin.
Ev rojên pirtûkan wê 27´ê Cotmehê destpê bikin û heta 30´ê Cotmehê dewam bikin. Weşanxaneya pirtûkên zarokan Morî wê bi pirtûkên xwe yên çîrokan, pirtûkên xwe yên destpêka dibistanê û pirtûkên xwe yên fêrkirinê ku weke seteke xwendinê hatine weşandin li van rojan dezgeha xwe deyne. Ji pîrê û çûçik heta bi Şahmaran, gelek fîgur û mijarên çîrokên gelêrî jî di nava pirtûkan de ji bo zarokên piçûk û ên mezin wê hebin.
MERSÎN