
ROZE MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Rojnamevan û şanogerê ji Silêmaniyê, Şalaw Cehferî heta îro 6 pirtûkên xwe çapkirine, l wî berê xwe nedaye nivîskariyê weke pîşeyê xwe yê sereke; ew aşiqê pirtûkan e, li gorî vê pîşeya xwe jî tercîh kiriye bibe pirtûkfiroş.
Şalaw Cehferî 45 salî ye û li Taxa Şêx Mihêdîn a Silêmaniyê ji dayik bûye, ango ji xelkê bajarê xwe ye. Ji 5’ê Cotmeha 2016’an ve jî li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi navê ‘Pirtûkxaneya Baxê Giştî’ dezgeheke pirtûkan daniye û pirtûkan tê de difiroşe. Rasthatineke li gorî dilê wî ye ku heman roj, rojbûna keça wî ye jî. Bi her halî, ne tenê pirtûk, keça wî û bi giştî jin jî ji bo wî işqê û evînê îfade dikin.
‘Işqa pirtûkan ez kirim pirtûkfiroş’
Rojnamevan û şanoger Şalaw Cehferî, wiha behsa serpêhatiya xwe dike; “Min gelek hez ji pirtûkan dikir. Pirtûk çavkaniya rewşenbîrî, îdeolojî û karê mirovahî ye. Ji bo min pirtûk tê wateya çêbûna mirovbûnê. Ji ber ku heger pirtûk nebe, wateya mirov jî nîne. Ji ber ku, her pirtûk mirovî perwerde dike. Her wiha evîndariya min a pirtûkan wisa kir ku ez vî cihî ji bo firotina pirtûkan vekim.”

Pirtûkfiroş û koma xwendinê
Şalaw Cehferî dibêje, ew xwendina pirtûkan nexasim jî li nav ciwanan teşwîq dike û wiha dipeyive li ser mijarê: “Rojane ciwan tên cem min, pirtûkan dikirin û dibin Baxê Giştî dixwînin. Her ciwanekî ku hezkirina wî ji bo xwendina pirtûkan hebe, ez pê re dibin alîkar. Ez gelek hez dikim ku ciwan pirtûkan bixwînin, ji bo kesên ku pereyên wan nînin ku pirtûkan bikirin, derfetek e. Rojane 6 ciwan tên cem min û em bi hev re pirtûkan dixwînin. Piştre em guftûgoyê li ser dikin.”
Her cûre pirtûk hene xwendina wan kêm bûye
Cehferî dide zanîn ku pirtûkên, siyasî, aborî, derûnî, hunerî, helbest, çîrok, roman û pirtûkên zarokan difiroşe.
Rojnamevan û şanogerê ji Silêmaniyê Şalaw Cehferî diyar kir ku ji ber sedemê krîza aborî û teknolojiyê, xwendina pirtûkan kêm bûye û got, yek ji sedemên din ên kêm firotina pirtûkan, pirtûkên pdf ne.
Nasnameyeke pirralî
Şalaw Cehferî ev 25 sal in ku karê rojnamevaniyê dike. Li Rojnameya Kurdistana Niwê, Alaya Azadî, Hewlatî û Emro, Kovara Şeqam, Awêne, Parêzgeran û Livîn kar kiriye. Niha jî, sibehan li Radyoya Zanîngeha Silêmaniyê bernameya wî ya hunerî heye.
Wî heta niha di du şanogeyên bi navê ‘Kawayê pîneçî’ û ‘Xaka dagirkirî’ rol kiriye.
Şalaw Cehferî 6 pirtûkên xwe çap kirine:
* Pirtûka helbestên zarokan a bi navê “Xerman”, 1999
* ‘Xamekan ji bo Şêrko Bêkes Dedwên’. 2016
* Der barê ragihandinê de bi navê “Mas Midya”
* Der barê ragihandinê de bi navê “Medyanasî”
* Li ser psîkolojiya zarokan “Derûnasiya Mindal”
* Li ser jiyana Şêrko Bêkes, bi nivîs û 205 wêneyan “Qelemî Mîletekî”.
Şalaw Cehferî niha pirtûkeke nû daye çapê ku wê bi navê ‘Kurd li Pakistanê’ der biçe.