BOTAN GERMIYANÎ/HEWRÊ KIRÊKAR

ROJNEWS/GERMIYAN

Li Kifrî yek ji mezintirîn pirtûkxaneyên Başûrê Kurdistanê heye, lê mehane qederê 30 xwendekarî sûdê jê werdigirin, ciwan û xelkê mayî êdî zêde berê xwe nadinê. Rêveberê wê Bazyan Sabîr bang li celkê dike ji bo civakek bi sihet biçin pirtûkxaneyê û bixwînin.

Pirtûkxaneya Kifrî, ev qederê 50 salan e ku hatiye avakirin. Li pirtûkxaneyê bi dehan hezar pirtûk û çavkaniyên bi nirx hene, lê gelek kêm xwedevan diçinê.

Pirtûkxaneya Giştî ya Kifrî li bajarokê Kifrî yê ser bi Kelar a herêma Germiyanê, sala 1963’an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Iraqê ve hatiye avakirin û piştre sala 2007’an ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat nûjenkirin.

Li Pirtûkxaneya Giştî ya Kifrî zêdetirî 19 hezar û 500 pirtûkî û çavkaniyên bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî derbarê zanistên giştî, ol, rêziman, felsefe, wêje û çend mijarên din de hene.

Piştî 2003´yan

Di sedsala borî de, ji ber sedemê hebûna çavkaniyên baş û girîng pirraniya xwînerên herêmê diçûnê û sûd jê werdigirtin, lê tişta ji berpirsên pirtûkxaneyê re bûye cihê fikarê, ew e ku ji sala 2003’an ve ji dema rûxîna rejîma Baas a Iraqê ve kêm kes diçin pirtûkxaneyê. Mehê qederê 30 kesî diçin serdana pirtûkxaneyê, ew jî xwendekar in, ji bo nivîsandina tezan û lêkolînkirinê sûdê ji pirtûkxaneyê werdigirin.

Elaqe çû ser çavkaniyên dijîtal

Berpirsê Pirtûkxaneya Giştî ya Kifrî, Bazyan Sabîr diyar kir ku sedema kêmbûna xwendevanan, bipêşketina teknolojiyê û mijûlbûna ciwanan a di torên civakî de û destketina pirtûkên elektronîk in.

Sabîr bang li welatiyên Kifrî û bi taybet ciwanan kir ku ji bo bibin xwedî civakeke bi sihet, serî li pirtûkxaneyê bidin, û pirtûkan bixwînin.

Mekan sînordarkirin çalakiyên hunerî nehiştin

Pirtûkxaneya Giştî ya Kifrî xwedî bînahiyekî mezin e, lê qada serî ya bînahiyê û hola jêr bi biryara Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê dane Kolêja Ziraetê ya Zanîngeha Germiyanê. Ev jî asteng e li pêşiya lidarxistina çalakiyên hunerî û edebî li nava pirtûkxaneyê.

Ji derveyî Pirtûkxaneya Giştî ya Germiyanê, li bajarokê Kifrî du pirtûkxaneyên din hene. Yek li qawexanaya bajarok e û ya din jî li Galeroiya Şêwakarên Kifrî ye ku ji aliyê nivîskar û rewşenbîran ve hatiye vekirine.