
Malbata Osman Hesen di komkujiya 25’ê Hezîranê ya Kobanê û berxwedana dîrokî de 8 endamên xwe ji dest dan. Bi armanca bibîranîna van endamên xwe, malbat li cihê komkujiyê pirtûkxaneyekê çêdike.
Malbata Osman Hesen yek ji malbatên ku li Kobanê di êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê de gelek bedel dayî ye. Li taxa Botana Xerbî ya Kobanê dimînin.
Di teqîna 11’ê Mijdara 2013’an li ber avahiya Heyva Sor a Kurd pêk hatî de, mezinê malê Osman Hesen jiyana xwe ji dest da. Di 30’ê Îlona 2014’an de keça wî Şirîn Hesen (Viyan Rustem) a di nava refên YPJ’ê de di şerê li gundê Siftekê li rojavayê Kobanê de jiyana xwe ji dest da.
Şeş kes ji malbatê hatin qetilkirin
Herî dawiyê jî malbata Osman Hesen di 25’ê Hezîrana 2015’an de bû hedefa çeteyên DAIŞ’ê. Li gorî agahiyên ku endamên din ên malbatê û şêniyên taxê dayî, dema çeteyan êrîşî taxa Botana Xerbî kirin, destpêkê pirsa malbata Osman Hesen kirine. Di vê erîşa hovane de ji endamên malbatê Rodî Hesen û hevjîna wî Perwîn Hemo, Ehmed Hesen û hevjîna wî Rîhan Hemo, Gulistan Hesen û dayîka malê Meryem Şêxî hatin qetilkirin. Du xwîşkên ku xwe veşartibûn ji komkujiyê xilas bûn.
Pirtûkxaneya bibîranîna wan
Piştî komkujiya hovane, endamên din ên malbatê, biryar dan ku ji bo bîranîna hemû endamên malbatê yên jiyana xwe ji dest dayî pirtûkxaneyekê ava bikin û dest bi haziriyan kirin.
Ji bo pirtûkxaneyê jî xaniyê komkujî lê pêk hatî, hate amadekirin. Li gorî plansaziyê pirtûkxane dê ji 3 odeyan pêk bê. Odeyek ji bo bicîhkirina pirtûkan, yek jî wekî salonê hatiye amadekirin. Odeyek din jî tê amadekirin û dê di wir de jî pirtûk bêne bicîhkirin.
Armanc ew e ku di pirtûkxaneyê de 6 hezar pirtûkên çîrok, helbest, roman û felsefeyê bêne bicîhkirin. Heta niha 1000 pirtûk hatine komkirin û hîn ev xebat dewam dike. Endamên malbatê hem pirtûkan li gorî derfetên xwe distînin, hem jî weke bexş jî pirtûkan qebûl dikin.
Navê wan li pirtûkxaneyê kirin
Endamê malbatê Rodî Hesen ku hefteyekê beriya komkujiyê zewicîbû, plan kiribû ku ew û hevjîna xwe pirtûkxaneyekê vekin, loma navê pirtûkxaneyê wekî “Pirtûkxaneya Rodî û Perwîr” hatiye diyakirin. Li gorî agahiyên malbatê pirtûkxane wê heta 15 rojan bê vekirin.
Vegera malab û jiyanê zehmet bû
Derbarê mijarê de yek ji endamên malbatê Ednan Hesen ji ANHA`re axivî. Hesen got, piştî komkujiya 25`ê Hezîranê rewşa malbatê guhartî û weha peyivî: ” Di vê mala em tê de mezin bûyî de, malbata min şehîd ket. Her du xwişkên min Cîhan û Bêrîvan ku di wê malê bûn, ji komkujiyê filitîn, ji wan re gelek zehmet bû ku careke din vegerin wê malê û tê debijîn.”
‘Me xwest derî neyê girtin’
Hesen diyar kir ku odeya ku niha wan pirtûk lê bicîh kirine, odeya dayîka wan bû, wê jî gelekî hez ji mêvanan dikir, her wiha birayê wî jî xwestiye ku pirtûkxaneyekê veke, lewre wan biryara pirtûkxaneyê daye û wiha dom kir: “Dayîka me ji mêvanan gelekî hez dikir û heta niha dema kesên me nas dikin, di ber malê re derbas dibin û dibînin deriyê malê vekiriye, gelekî kêfxweş dibin. Dibêjin ‘bila ev derî neyê girtin’, ji ber vê yekê me nedixwest deriyê malê were girtin. Hem ji bo ku ev derî neyê girtin hem jî bi armanca bicîhanîna daxwaza Rodî û Perwîn me ev pirtûkxane amade kir. Herduyan biryar dabû ku piştî bizewicin, di mala xwe de pirtûkxaneyekê vekin. Rodî bi salan ji bo vê dixebitî. Ji bo em daxwaza Perwînê û Rodî bi cih bînin û xeyalên wan werin bicîhanîn, herwiha ji bo ku ev mal neyê girtin, me ev biryar da.”
‘Ez ê çîroka wan binivîsim’
Hesen got, armanceke din a vekirina pirtûkxaneyê, di dîroka malbata wan û şehadeda endamên malbatê û berxwedana Kobanê de veşartiye û wiha pê de çû: “Tenê di malabata min de ji bilî apê min û zarokên wî, tevî dayîk û bavê min 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Her Tevî apê min û zarokên wî ji malbata me 11 kes şehîd bûn. Ji bo vê ev li ser min bûye erkek ku ez çîrok an jî romana vê malbatê binivîsînim.”
KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ