Li navçeya Yenîşehîra Amedê bi armanca ku gel raste rast xwe bighînin pirtûkan, bi
piştgiriya Komeleya Ekolojîk a Bûka Baranê Pirtûkxaneya Ekolojiyê' di meha Tebaxê de wê bê vekirin. Pisporê xwezayî ya tibê û rêvebera Meclîsa Ekolojîk a HDK'ê Sergen Sucu ya ku pêşengtiya projeya Pirtûkxaneya Ekolojîyê dike, diyar kirin ku ji bo pêşxistina hişmendiya ekolojiyê 'Pirtûkxaneya Ekolojiyê' pêwîste.
'Gelek pitûk hatin bexş kirin'
Sergen plansaziyên pirtûkxaneya ku wê bê vekirin û ekolojî û siyasetê wiha pênase kir; "Di her warî de nêrînên ekolojîk bi destxistin, jiyanekî xwezayî ya nav xwede hildayî û pirtûkxaneyê ku gel karibe bê pere sûdê jê bigre ye."
Sergen destnîşan kir ku ew ji aliyê weşanxaneyan rastî eleqeyên erênî hatine û ji weşanxaneyên Aram, 'Sîneksekîz', 'Yenî Însan' bi armancê piştgiriyê gelek pirtûk bi dildarî bexş kirine.
Sergen anî ziman ku di pirtûkxaneya ku bê vekirin de wê tenê pirtûkên perspektîfên jiyana xwezayî û teorî nebin û got: "Armanca me di heman demê de bi atolyeyan pratîzekirina wan in. Ji bo vê yekê jî bi armanca perspektîfekî ekolojîk were dayîn û li hember qetilkirin û talan kirina xwezayê ya kapîtalîzm pêk tîne polên ekolojiyê wek altarnatîfek kur a fireh kirina têkoşînê amede kirin e."
Pirtûkên bê pere wê bigihîjînin gel
Sergen derbarê pirtûkxaneya ku pilansaziya wê kirine ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê bê vekirin de got: ''Wê pêşî li yekdestiya zanistî bigrin û pirtûkan raste rast bê pere bigihîjînin gel. Sergen wiha pê de çû: "Em dibêjin demokratîkbûyîn, azadiya zayendî û civakeke ekolojîk. Ev pirtûkxane jî dibe yek ji lingê civakê ya bingehîn û ji bo pêşxistina nîqaşên hişmendiya ekolojiyê dê pirtûkxane veguhere navenda avakirinê. Di polên ku ez ê ava bikim de nîqaşên ekolojiyê dê were kirin û derbarê ku li herêma Kurdistanê de pêdivî bi çi hebe xebat dê werin meşandin."
Berhemên xwezayî bê bikaranîn
Sergen bal kişand ku derfetên alternatîf ji ciwanan re hatiye ava kirin û wê di bin sîwana Pirtûkxaneya Ekolojîk de tevî ciwanan li ser talankirina xwezayê alternatîf bigerin û nîqaşan bidin meşandin. Sergen destnîşan kir ku ew ê di atoleyeyan de ji bo xebatên malên bê jahr were kirin dê atolya vebikin û wiha pê de çû: "Li şûna berhemên jahrê emê ji heremê berhemên xwezayî bi dest bixin. Em ê bi dirûşma 'Em av, ax, enerjî û pirtûkên xwe bikin komîn' bikevin rê û dest bi xebatê bikin. Pirtûkxane ji bo ku bi gel re bingeha jiyana hevpar înşa bike û têkîliyên berfireh pêş bixîne wê bibe xwedî rolek girîng."
Banga alîkariyê
Sergen ji bo ku pirsgirêkê kêmbûna pirtûkan çareser bikin banga alîkariyê kir û da zanîn ku ew dixwazin pirtûkên ku naveroka wê ne zayendperest û nijadperest bin ji pirtûkxaneyê re bê bexşkirin.
BÊRÎTAN ELYAKUT/JINHA/AMED