Zarokên di kampa Serdemê ya kantona Şehbayê de dema xwe li pirtûkxaneya Serdemê bi xwendina pirtûkan derbas dikin. Zarokên Efrînê yên ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete berî dane Şehbayê sala duyemîn a perwerdeyê li koçberiyê derbas kirin. Bi dawîbûna sala xwendinê re, zarokên kampa Serdemê diçin pirtûkxaneya Serdemê ya beriya çend mehan ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên kantona Efrînê ve hate vekirin û dema xwe ya vala bi xwendina pirtûkan derbas dikin. Rêveberiya pirtûkxaneyê hewl dide atmosfêreke baş ji zarokan re peyda bike û pirtûkan li gorî temenên wan dabîn dike.
Li pirtûkxaneyê gelek pirtûkên ji mijarên cuda hene, girêdayî hînbûna ziman, pirtûkên dîrokî û çîrokên bi wêne bi zimanê kurdî û Erebî û gelek pirtûkên din peyda dibin.
Em xwe fêrî zanistê dikin
Zarokên bi navê Emîne Hiso, Nebo Mihemed û Emîne Ebdo peyivîn û gotin; ew diçin pirtûkxaneyê da ku demên xwe yê vala bi xwendina pirtûkan û girtina zanistê derbas dikin.
Rêveberiya pirtûkxaneyê jî hewl dide zarokan li ser xwendinê û rêxistinkirina demên wan teşwîq dike.
ŞEHBA