Jina ciwan a bi navê Rengîn Cemal li bajarê Silêmaniyê bi hewldan û xebata xwe pirtûkxaneyek vekirye û bi xwe pirtûkxaneya xwe ya bi navê Mala Rengîn bi rêve dibe.

 Rengîn Cemal têkildarî vekirina pirtûkxaneyê axivî û got: “Xeyala min ya zarokatiyê bû ku ez pirtûkxaneyêkê vekim. Min bi keyfxweşî di pirtûkxaneyan de kar dikir. Piştre jî ez bûm xwedî pirtûkxane.”

Cemal têkildarî alikarîya madî ya ji bo vekirina pirtûkxaneyê jî got: “Min bi xwe û malbata xwe pêwîstiyên madî yên pirtûkxaneyê bi cih aniye. Ez spasiya rewşenbîr, xwendevan, dezgehên çapxane û belavkariyê, dezgehên rewşenbîriyê û hemû kesên ku ji bo asankariya karê min alîkarî dane min dikim.”

Xwediyê Pirtûkxaneya Mala Rengî, Rengîn Cemal ji ciwanan û bi taybetî ji jinan xwest ku ji bo bicihanîna xewn û xeyalên xwe hewl bidin.

Rengîn Cemal mezûna Zanîngeha Silêmaniyê beşa sosyolojiyê ye û 24 saliye.


XÊLAN HEME/ROJNEWS/SILÊMANÎ