
Gelek gund rizgarkirin
YPG ragihand ku şeva 28-29’ê Tebaxê li ser xeta Cezaa-Arcê operasyonêk li darxisn û li vir gundek û 5 mezra azad kiribun, dîsa 30 çete kuştibûn, gelek cebilxane û çek bidest xistibûn. Di vê mijarê de ev agahî hatin dayîn: "Dîsa hêzên me çeteyên ku dixwastin wekî takwiye werin herêmê xistibûn kemînê û 1 jê doçka 4 wesayît rûxandibûn. Hejmarek zêde kuştî û birîndara çeteyan li wê herêmê mabûn. Dûh jî di seatên nîvro de çeteyên ku dixwastin ji bo xwe bigihinîn wesayîtên hatibûn ruxandin bi 2 motorsîkletan hatin qadê. Lê hêzên me li van çeteyan xistin û li vir jî 2 çete hatin kuştin û her 2 motorsîklet jî hatin îmhakirin. Çeteyên DAIŞ’ê ku di vê qadê de derbeyên giran xwarin, şeva 30’ê Tebaxê seat di 02.30'an de li hemberî navenda Cezaa ya ku di bin kontrola hêzên me de ye êrîşek pêş xistin. Li ser vê yekê hêzên me mudaxeleyî êrîşa çeteyan ku bi wesayîtekî bombebarkirî pêk hat kirin û wesayît di nava çeteyan de teqandin. Şerwanên me, li hemberî çeteyên ku bi 3 baskan ve xwestin êrîş bikin jî bersîvêk tund dan. Di mesafeyeke nêz de bi çekên ferdî û bombeyên dest pevçûn çêbû û 3 seatan berdewam kir. Di encama pevçûnê de êrîşên çeteyan hatin şikandin û çete neçar man birevin."
Şervanek jiyana xwe ji dest da
YPG ragihand ku qasî hêzên wan zelal kirine, 18 çete hatine kuştin û 2 cenazeyên çeteyan jî hatine desteserkirin. Di van pevçunan de şerwanek YPG´ê jî jiyana xwe ji dest da.YPG ragihand ku 30’ê Tebaxê hêzên wan li hemberî konvoyeke çeteyan a ku dixwastin di navbera gundên Ziyaret û Zormixar de êrîş bikin çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de wesayîtek hate ruxandin, lê nehat zelal kirin ka çend kuştî û birîndarên çeteyan hene. YPG ev agahî dan: "Di heman şevê de çeteyan xwestin li hemberî Girê Zaxros a ku dikeve rojavaya Kobanê jî êrîşek pêk bînin. Çeteyan heman şevê li hemberî gundiyên gundê Huriyê ya ku dikeve rojhilatê Kobanê, bi topên hawan, obûs û bi çekên giran bombebaranek pêk anî. Di vê êrîşê de zirara madî çebûye. 29’ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê di navbera gundên Ravya û Dêhman ên giredayî Serêkaniyê ji 3 baskan ve êrîşek pêk anîn. Hêzên me bersîvek tund dan çeteyan û li vê qadê seatek pevçun çêbû. Derbarê kuştiyên çeteyan de agahî nehatin bi dest xistin. 30’ê Tebaxê jî li ser rêya Şengal-Rabîa li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de wesayîteke çeteyan bi temamî hate ruxandin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN