Dayika Omer Kabûl ê di greva birçîbûnê de, Fadîle Kabûl got, “Em li pişt raman û doza zarokên xwe ne. Em li pişt daxwazên zarok û gelê xwe ne.”

Li navçeyên Şirnexê Cizîr û Silopiyayê, malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, daxuyaniyeke piştgirê dan û got: “Em piştgiriyê didin vê berxwedana mirovî. Daxwazên wan daxwazên me ne.”

Daxuyaniya çapemeniyê ya piştgiriya bi greva birçîbûnê ya girtiyan a bi armanca çikandina tecrîda Îmraliyê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven, a li Silopiyayê li avahiya rêxistina HDP´ê a navçê bi beşdariya malbatan bi rê ve çû. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî piştgirî da malbatan.

Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Fatma Gunduz, di civînê de got, “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 105’an (îro 106) de û ya koma yekem a ji 300 girtiyan jî di roja 67’an de dewam dikin. Girtiyên bi navê Omer Kabûl, Hakan Kûtlûk, Salîh Kûtlûk û Hamza Arzûman ên li Silopiyayê jî di greva birçîbûnê de ne. Em piştgiriyê didin vê berxwedana mirovî ya hevalên xwe. Daxwazên wan daxwazên me ne. Em bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Ewrûpayê û CPT’ê dikin ku demildest balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûne. Divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih. Ji bo ku di girtîgehan de mirin çênebin, divê ev daxwazên wijdanî û bi cih mirovî bên anîn.”

Em li pişt zarokên gelê xwe ne

Paşê, dayika Omer Kabûl ê di greva birçîbûnê de Fadîle Kabûl, axivî û got, “Em li pişt raman û doza zarokên xwe ne. Em li pişt daxwazên zarok û gelê xwe ne.”

Piştî axaftina Fadîle Kabûl, parlementer Îmîr, bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Ziman û çanda gelê Kurd dibin zextan de ye. Sedema van zextan, pêkanîna tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de, hewl didin ji tarîtiya heyî re bibin ronahî. Xwedî li wan derketin, di heman demê de xwedî li çand û nasnameya xwe derketin e.

Vî barî li ser pişta girtiyan tenê nehêlin

Rewşa girtiyan di asta krîtîk de ye. Ji bo ku em berdêlên mezintir nedin, divê em zêdetir bibin dengê wan û vê tecrîdê bi hev re bişikînin. Divê rojeva me ya sereke şikandina tecrîdê be. Em dizanin, heger tecrîd bişike, em ê bi ser kevin, heger tecrîd bişike demokrasî wê bi pêş bikeve. Lingekî vê berxwedanê gel bi xwe ye. Divê em dengên di greva birçîbûnê de bilindtir bikin. Divê em vî barî tenê li ser pişta girtiyan nehêlin.”

 Dinyayê xwe kerr, kor û lal kiriye

Li avahiya HDP’ê ya Cizîrê jî, bi heman armancê civîn hat lidarxistin. Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê de, gelek endam û rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn. Rêvebera HDP’ê Guler Tûnç di civînê de daxuyanî da û got: “Zindan qadên herî girîng ên berxwedanê ne. Tecrîda li girtîgehan êdî ji hemû sînorên tehemûla exlaqî bihurîne. Hêzên navneteweyî li dijî tecrîdkirina Ocalan bi rola sê meymûnan radibbin; xwe kerr, korr û lal dikin. Em weke malbatên girtiyan vê zilmê şermezar dikin. Em berxwedana mafdar a xizmên xwe diparêzin û em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”

Piştî daxuyaniyê beşdaran dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” got.

 

MA / ŞIRNEX