Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor (Reporters Without Borders) di salvegera qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanê de ji herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê xwest ku doza Kawa Germiyanî ronî bikin.

Pêr salvegera qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî bû. Rêveberê Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor ya Rojhilata Navîn Sofî Anmûs bi boneya bîranîna Germiyanî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ji bo faîlên qetilkirina Germiyanî eşkere be, daxwaza lêkolînkirinê kir. Rêxistinê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê xwest ku pişta ti kesî negire û hate gotin ku ev piştgirtina hin kesan dike ku rojnamevanan bibin hedef.

Kujer teslîmê dadgehê nehatine kirin

Di daxuyaniyê de tê gotin, ji derveyî Kawa Germiyanî berî niha jî li Herêma Kurdistanê gelek rojnamevanên din jî hatine qetilkirin û kujerên wan teslîmê dadgehê nehatine kirin. Di daxuyaniyê de navên peyamnêrê ajansa me Wedat Hisên (Rojnews), Nûjiyan Erhan (Şengal), Serdeşt Osman û Soran Mameheme hebûn.

Li pişt vê bûyerê kî heye?

Kawa Germiyanî edîtor bû û xwedî kovara Rayel bû. Bi taybet  derbarê gendeliyan de lêkolînan dikir. Di 5’ê Kanûnê de li ber deriyê mala xwe ya li Kelarê hate qetilkirin. Kesek li ser qetilkirina Germiyanî cezayê heta hetayî ya girtîgehê hatibe girtin jî, lê heya niha jî nayê zanîn ka kes li pişt vê bûyerê de heye.

 

GERMIYAN/ROJNEWS