Eyûp Barzanî krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê jî nirxand, wiha peyîvî; “Pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi fikir û şêweyekî têkoşîneke nû heye. Partiyên heyî, ne xwedî hêz û îradeya çareserkirina pirsgirêkên li holê ne.”
Siyasetmedarê Kurd Eyûp Barzanî bersîv da pirsên Rojnewsê yên derbarê têkoşîna gelê Kurd, rewşa Başûrê Kurdistanê û siyaseta dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd de û diyar kir ku Tirkiye, di serî de pirsgirêka Kurd, li cihê ku pirsgirêkên li nava xwe çareser bike, diçe bi DAIŞ’ê re têkiliyê datîne. Eyûb Barzanî anî ziman ku heta ku Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser nike nikare pirsgirêkên xwe yên din jî çareser bike û weha got: ‘’Têkiliyên wê bi cîranên wê re pirr bi pirsgirêk in. Di bingeha van pirsgirêkan hemûyan de pirsgirêka Kurd heye. Ji ber vê jî heta ku Tirkiye vê pirsgirêkê bi rêyên siyasî çareser neke, wê nekaribe li gel cîranên xwe jî bi aştiyane bijî.’’
Dewlet sûcên mezin dike
Siyasetmedarê Kurd Barzanî diyar kir ku hîna têgîna desthilat ya dewleta Tirk, têgîna înkarkirina gelan e û AKP nasname, çand û zimanê bîst milyon Kurdên li ser xaka xwe înkar dike, vê jî bes nabîne, dixwaze tine bike û sucên pirr mezin dike.
Eyûb Barzanî anî ziman ku gelê Bakûr bi pêşengiya PKK li hemberî înkara dewleta Tirk têkoşîneke mezin dide got, ‘’Ev yek ji encamên rêxistinbûna PKK’ê ye. Gel ji vê sîstemê bawer dike û jê pişt rast e. Di nava vê sîstemê de rewşa siyasî, civakî û aborî çi ye. Hemû tişt di çarçoveya berjewendiyên gel û milet de ne. Sîstem pişta xwe dide gel. Biryarên siyasî yên ku PKK´ê, pişta xwe didin hêza xwe ya rewa. Bi şêweyekî azad e. Lê biryarên siyasî yên hêzên Başûr digirin, ne biryarên wan in, ên hêzên derve ne. Dema li vê rastiyê tê temaşekirin, biryarên PKK li Bakurê Kurdistanê digire, der barê pêşeroja gel de ne. Der barê azadiya gel de ne. Ji bilî vê yekê, ti rêyên din ji xwe re ne hiştine.’’
Tekoşîna li Bakur giring e
Siyasetmedarê Kurd Eyûp Barzanî bal kişand ser tekoşîna xweseriya demokratik ya li bakûrê Kurdistanê jî û xwest hemû Kurd piştgiriyê bidin. Eyûp Barzanî weha dewam kir: ‘’Bakur parçeyê bingehîn e. Her wiha têkoşîna li vir jî giring e. Her pêşketineke li vir, tesîrê li her sê parçeyên din jî dike. Ji ber vê yekê, divê hemû Kurd, bi qasî hêz û derfetên xwe têkoşîna pişta Bakur bigirin û weke têkoşîna xwe bibînin.
MUSTAFA DELEN/ABIT KAR / ROJNEWS/SILÊMANÎ