Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 32’yan de ye. Serokê berê yê Koma Çep a Parlamena Ewrûpayê Francis Wurtz serdana çalakgeran kir û got, ew destekê dide daxwazên wan.
Wurtz di dema serdanê de axivî û got, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî serbest bin. Wurtz got, “Ez pişta we û greva we ya birçîbûnê digirim ku we bi vê armancê dest pê kiriye. Ez dixwazim eşkere piştgiriya xwe ji bo we bidim zanîn. Pêwîst e tecrîd bi dawî bibe. Girîng e parêzer û malbat karibin tavilê biçin Îmrlaiyê. Çûyîna Mehmet Ocalan ji bo Îmraliyê serketineke çalakiya we ye. Lê ev têrê nake. Xweşiya siheta Ocalan em kêfxweş kirin. Tecrîda ku dîktatoriya Erdogan ev 3 sal in li Îmraliyê şidandiye, divê bi dawî bibe.”
Peywendiya Erdogan û DAIŞ´ê eyan e
Wurtz behsa têkiliya Erdogan a bi DAIŞ´ê û çeteyên mîna wê re kir û got, “Dema ku li Rojhilata Navîn DAIŞ‘ê û tundrawên din dest bi êrişê kir, têkiliya wan a bi Erdogan re eşkere bû. Siyasetvan û dîplomatên li Ewrûpayê bi vê baş dizanin. Lê belê ji ber ku Erdogan şantaja penaberan li dijî Ewrûpayê bi kar tîne, dengê xwe nakin.”
Wurtz wekî din got, ew heyranê têkoşîna azadiyê ya Kurdan e û got, “Têkoşîna Kurdan têkoşîna hemû hindekahiyan e. Kurd ji bo nirxên mirovahiyê yên li Rojhilata Navîn têdikoşin. Aliyekî din ê ku dibe sedem ku heyranê têkoşîna Kurdan bim, têkoşîna azadîparêziya jinê ye.”
Wurtz qetilkirina jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî bi rasthatina salvegera komkujiyê şermezar kir û bêdengiya dadgeriya Fransayê rexne kir.
Em ê çalakiyê dewam bikin
Bi navê çalakgerên greva birçîbûnê, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî.
Koç got, “Em Kurd, bi salan e ji bo rakirina tecrîdê çalakiyan, xwepêşandanan dikin û dimeşin. Welatên Ewrûpayê bi taybetî saziyên CPT û Konseya Ewrûpayê bêdeng in. Heta ku em bigihîjin armanca xwe, em ê çalakiya xwe bidomînin.”
ANF / STRASBOURG