
Zimanzanê Emerîkî Dr. Michael Cheyt yê ku tevî Kurdî bi dehan zimanî xwendinan dike û dibêje “Zimanê ku zarok pê nepeyivin bê ‘paşeroj’ e”, got: “Yanî dê û bavên Kurd eger bi şanazî, bi zarokên xwe re bi Kurdî nepeyîvin ‘paşeroja’ zimanê Kurdî tuneye. Eger hûn li benda razemendiya hikûmetê bisekinin, hûn ê xeyalşikestî bin.” Ferhenga Kurmancî-Îngilîzî xebateke Cheyt e û ew niha li Pirtûkxaneya Kongreyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dixebite û her wiha li gel vî karê xwe yê fermî, dersên Kurdî jî dide û gelek xwendevanên wî hene. Chyetê ku 17-19 saliya xwe pêşî têkilliya wî bi Kurdî re çêdibe, piştî 29 saliya xwe fermî xwe fêrî Kurdî dike. Têkiliya wî ya destpêkê bi meraqa wî ya ji govendên gelêrî destpê dike û ji bo vê bi xwe dibêje, “Vêca tê bîra min ku carekê min li cihekî terîfa govendekê xwend û di wê tarîfê de dinivîsî, ´ev govenda hanê ya kêmaniya kurdan li Rojhilata Tirkiyeyê ye.´ Û çavê min vebûn. Min xwe bi xwe got, yanî ev mûzîka ku ez gelekî jê hez dikim ya kurdan e?”
Şêwezarên Kurdî ewqasî dûrî hev nînin
Michael Chyet li ser hikma şaş a ku dibêje devok û şêwezarên Kurdî ji hev gelekî dûr in, dibêje, “Gelek kurd dema dibên gava ku kurdekî ji Behdînanê dipeyîve em fêm nakin. Lê ez dizanim, eger têkiliya wan bi hev re hebe, di wexteke kêm de ew ê ji hevdu fêm bikin.” Micahel Chyet niha dersan bi rêya Skypeê dide û di bêje hem Emerîkî û hem jî Kurdên hez dikin Kurmancî fêr bibin di nava xwendevanên wî de hene. Yek ji van jî Kurdekî soranîaxêv ê ji Mêrîwanê ye ku hez ji Kurmanciyê dike.
Chyet gihandina mamosteyan zerûrî dibîne, ew pêşniyaz dike ku kanalên televizyon û radyoyê ji bo Kurdan weke xwendingehan werin bikaranîn û wiha dewam kir: “Lê pêngava pêşîn çî ye? Pêngava pêşîn ev e ku, em mamosteyan amade bikin. Ku her kes eynî malûmatan bizanibe, ku her kes xwedî eynî malûmatan li ser rastnivîsîna Kurdî bi pîtên Latînî û bi pîtên Erebî be û eger bê xwestin bi pîtên kirîlî jî. Ji ber ku eger kesek bixwaze lêkolînan li ser Kurdan bike, bivê nevê ew mecbûr e bi her sê alfabeyan û her du zaravayên sereke zanibe û hem bi Farisî û hem jî bi Erebî û hem bi Tirkî û hem bi Rûsî û bi çend zimanên din bizanibe.”
Têkiliya nifşê nû û zimên
Chyet dibêje, siberoja Kurdî li ser dê û bavên Kurdan e û wiha dewam dike: “Yanî dê û bavên Kurd eger bi şanazî, bi zarokên xwe re bi Kurmancî nepeyîvin paşeroja zimanê Kurdî tuneye. Dirûşmeya min wisa ye; ´Zimanê ku zarok pê nepeyivin bê paşeroj e.´ Ji ber ku zarok paşeroja me ne. Hevalekî min hebû, mixabin ku çû ber dilovaniya Xwedê. Lê ew xelkê Hekariyan bû, Colemêrgê bû û her wiha di wextê xwe de kurdên Hekariyan bi şanaziya xwe, bi kurdîtiya xwe bi nav û deng bûn. Berî çend salan havînan, ew diçû malê, vegeriya Colemêrgê û gote min; ´Michael gava ku ez li Colemêrgê bûm, mîn dît ku êdî zarokên Kurdan li ser kuçeyan bi hevdu re bi Tirkî dipeyivin.´ Yanî ev berî 20 salan nedihat bîra mirovî ku tiştekî wisa be.” Bi vî rengî Dr. Michael Chyet dê û bavên wan zarokan bi qisûr dibîne. Herçî bendewariyên ji hikûmetê ne jî Chyet wiha rexneyê li wan digire: “Bêguman hikûmet naxwaze zimanê Kurdî berdewam be. Lê em nehatine vê dinyayê ku em hikûmeta Emerîkî, hikûmeta Tirk û hikûmetên din şad bikin. Wezîfeya me ew e ku em vî zimanî ji nemanê rizgar bikin. Ku em paşeroja vî zimanî mîsoger bikin. Em ê wê yekê çawa bikin? Eger hûn li benda razemendiya hikûmetê bisekinin, hûn ê xeyalşikestî bin. Ji ber ku ji wan tiştekî wisa nayê. Divê ku Kurd xwe bi xwe çareseriyê peyde bikin.”
RÊDÛR DÎCLE / DÎHABER / NAVENDA NÛÇEYAN