Wek tê zanîn beriya salekê ji ber dorpêça dewleta Tirk û êrîşên wê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, bi sedan mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan û cih û warên wan jî hatin wêrankirin.

Yek ji deverên ku herî zêde bandora êrîşên dewleta Tirk lê bû jî bajarê Şirnexê ye.

Li gel qedexeya derketinê ya 8 mehan dewam dike, 9 taxên bajêr hatin wêrankirin û di rewşa heyî de jî, hêzên dewleta Tirk malên Şirnexiyan hildiweşîne.

Ji ber dijwariya êrîşên dewleta Tirk 4 hezar û 700 malbatên Şirnexê neçar man ku li gund û deverên derdorê bicih bibin û jiyana xwe di nava şertên giran de bi rê ve bibin. Li hemberî vê rewşa kambax ya li Şirnexê, saziya Heyva Sor a Kurdistanê 28’ê Îlonê kampanya alîkariya lezgîn dabû destpêkirin.

Rêveberiya Heyva Sor ragihand ku weke gava pêşî 500 hezar Euro û 30 Hezar Dolar ên hatin berhevkirin, ji bo xelkê Şirnexê şandine.

Rêveberiyê bi bîr xist ku bi hatina demsala zivistanê wê jiyana Şirnexiyan hê zortir bibe û ji ber vê yekê bang li Kurdistaniyên Ewropayê kir ku hê zêdetir destekê bidin kampanya alîkariya Şirnexê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka êrîşên dewleta Tirk a li hemberî bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, Heyva Sor a Kurdistanê heta niha 3 Mîlyon û 507 hezar Euro û 30 hezar dolar alîkariya madî şandiye.


 DUSSELDORF