Bi sedan kesên derketin pêş avahiyên şaredariyan hêvî û daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman û piştgiriyên xwe yên çalakiyên gireva birçîbûnê anîn ziman.
PEYAS : Endamên meclîsa Şaredariya Pesayê û personelên şaredariyê ji bo Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekin û siyasetmedarên Kurd ên girtî serbest bên berdan çalakiya xwe ya heftane di heftiya 106'an de berdewam kirin. Koma ku li ber avahiya Şaredariya Peyasê kom bûn, di hefteya 106'an de dîsa xwestin şaredar û siyasetmedarên Kurd serbet bên berdan.  Serokê Genel-Îşê yê Amedê M. Salîh Dogrul, parlementerên ku ketine gireva birçûbunê slav kir û anî ziman ku piştgiriyê dide wan. 
QOSER : Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî endamên meclîsa şaredaiyê û personelên şaredariyê ji bo Şaredar Ferhan Turk çalaki pek anîn. Di çalakiyê de Wekîla Şaredar Şerife Alp, Serokê BES'a Mêrdînê Şeyhmus Akbaba û gelek kesên din amade bûn. Komê di çalakiyê de dirûşma "Êrîş me bêzar nakin" berz kirin. Zaroka Ferhan a 2 salî Şemsenur Çelîk posterê bavê xwe Ferhan Turk rakir û xwest bavê wî bê berdan. Li ser navê komê Koordinatorê Perwerdehiya Mala Perwerdehiyê Yusuf Demîr daxuyanî da û polîtîekayên AKP'ê şermezar kir
WÊRANŞAR : Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî wekî her hefteyê vê hefteyê jî endamên meclîsê û personelên şaredariyê li ber avahiya Şaredariya Wêranşarê kom bûn û çalakî pêk anîn. Girseya ku li ber avahiya Şaredariyê ya Taxa Kişlayê kom bûn, xwestin siyasetmedarên Kurd bên beran. Di nava komê de Hevserokên BDP'ê yên Rihayê Fatma Îzol û Mehmet Vural, Hevserokên BDP'ê yên Wêranşarê Halîs Aktaş û Bîrgul Ozkara, Wekilê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, endam û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn.  Wekîla Şaredara Wêranşxarê Suna Ulugturken, daxuyanî da û polîtikayên AKPê şermezar kir. 
PIRSÛS: Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çalakiyên Pêncşema Reş vê hefteyê jî pêk hat. Daxuyanî li ser şaredariyê hate dayÎn. Serokê Giştî yê Sendîkaya Kar Sadik Demîr daxuyanî xwend û bi Kurdî axaftina xwe kir. Demîr wiha got: "Serokwezîrê vî welatî radibe fedî nake û dibêje ez hilbijêran nakim. Lê em dibînin k şaredar, endmên meclisê û parlamenterên Kurd di zinanan de ne. Gelo dema tu vê gotinê dibêjî qet şerm nakî."
ÊLIH: Li Êlihê jî 107'emîn çalakiya Pêncşema Reş pêk hat. Gelek kes li ber avahiya şaredariyê hatinc em hev û daxuyanî dan. Li ser navê komê serokê Odeya Endezyarên Makîneyê Ahmet Bulent Tekîk axivî û navê kesên girtî yek bi yek vegot. Tekîk wiha pê de çû: "Em roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li pişt xwe hişt. Kesên ku ji bo zimanê 20 mîlyon kesî kedê didin spasiyê pêşkêşî wan dikim."  

NAVENDA NÛÇEYAN