Parlementerên Parlementoya Herêma Kudistanê Kwêstan Mihemed û Nesrîn Cemal Mustefa piştgirî dan kampanyaya ji aliyê ciwanên Kurd ve hatiye destpêkirin. Parlmenetera Kurd Kwêstan Mihemed diyar kir ku di qonaxa yekemîn a Parlementoya Herêma Kurdistanê biryarak hate derxistin û di biryarê de hate gotin ku divê tu baregehên sixûrî û leşkerî yên welatên din li Herêma Kurdistanê nemîne. Kwêstan Mihemed ragihand ku ev biryar di qonaxa sêyemîn a Parlementoyê de hatiye dayîn û bi taybet dema malbalek Kurd li Qendîlê ji aliyê balafirên Tirk ve hate qeilkirin, ev biryar careke din ji aliyê Parlementoyê ve hatibû dayîn.
Hêjayê gotinê ye ku heta niha parlementerên Kurd Salar Mehmûd, Ebdullah Mele Nûrî, Bûrhan Reşîd û parlementerên Kurd ên Parlementoya Iraqê Mehmûd Osman û Hezel Kwîstanî piştgirî dane vê kampanyayê.
ANF/SILÊMANÎ