Bi qasî 500 Kurdistanî û dostên wan li meydana Hermannplatzê lihev civiyan û komkujiyên bi destê AKP û Erdogan li Kurdistanê hatine kirin, şermezar kirin. Çalakgeran bang li parlamenta Elmanyayê û hikûmeta Angela Merkel kirin û gotin, „Mîna Qirkirina Ermeniyan bi 101 salan dereng nemînin. Dest ji desteka ku hûn didin dîktator Erdogan û hevkariya pê re dikin, berdin. Nebin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê.“

Çalakî ji aliyê NAV-DEM Berlînê ve hat organîzekirin û endamên HDK Berlîn, PYD Berlîn, Ciwanên Rojava, Meclîsa Jinê ya DESTDAN û gelek saziyên din tevlî bûn.

Di çalakiya protestoyî de Parlamenterê Dîe Lînke yê Eyaleta Berlînê Hakan Taş, Hevberdevka HDK Berlînê Mehtap Erol, endamê HKD Berlînê û li ser navê KSYP Kamber Erkoçak û ji Komîteya Kurdistan Solîdarîtet Arîan Wendel peyivîn. Qisekeran diyar kirin, dewleta Tirk herî dawî li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê 26 kes înfaz kirine û ew şewitandine. Qisekeran dan xuyakirin, ku ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye,  komkujiyeke barbarî ye û lenet kirin.

Girseya gel ji Neukolln Hermanplatzê heta navçeya Kreûzbergê meşiya û dirûşmên „Terorîst Erdogan“, „Bijî berxwedana Kurdistanê“, „Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan“ qîriya.

Polîsan piştî meşê, ji ciwanên li restoranteke Kotbûsser Tor xwarin dixwarin Ferhad Karagoz bnçav kirin. Komîteya amadekar a meşê nerazîbûn nîşanî vê da. Polîsan piştre bi gotina ‘Ji ber ku me şiband kesekî din, me ew binçav kirin’ ciwanê Kurd serbest berdan.


 BERLÎN