Li Elmanyayê li ser pêşniyara Partiya Çep (Dîe Lînke), Serokê Meclîsa Federal û endamê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) Nobert Lammert, li ser faşîzma AKP’ê ya li dijî parlamenterên HDP’ê, rojnamevan, akademîsyen û gelek hêzên mûxalîf, daxuyaniyek weşand.

Lammert got, “Em piştgiriyê didin hemû parlamenter, rojnamevan, akademîsyen û karmendên ji ber sedemên siyasî hatine girtin” û ragihand, Meclîsa Federal a Elman li dijî zexta AKP’ê ya li mexdûran e.

Ji 7 partiyên Swêdê bang

Koma Mafên Mirovan a ji parlamenterên 7 partiyên siyasî yên li Parlamenta Swêdê pêk tê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û zextên li HDP’ê hatin şermezarkirin. 

Koma Mafên Mirovan bang li hikûmeta Swêdê jî kir, ku ji bo pêkhatina reformên demokratîk û vegera li danûstandinên aştiyê, mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropayê.

Ji Partiya Karker a Sosyal Demokratan Serkan Kose, ji Partiya Moederat Erîk Bentzboe, ji Partiya Lîberal Marîa Weîmar, ji Partiya Navendê Kerstîn Lûndgren, ji Partiya Çep Lotta Johnsson Fornarve, ji Partiya Demokratên Xiristiyan Sofîa Damm û ji Partiya Keskan a Hawirdorê Annîka Lîllemets mora xwe danîne binê daxuyaniyê.

Ji Parlementoya Fîlîpînê piştevaniya HDP’ê û Kurdan

Li Meclîsa Nûnerên Fîlîpîniyan, di daxuyaniya ku li ser navê ‘Koalîsyona Welatparêzan (Makabayang Koalîsyon ng Mamamayan- MAKABAYAN)’ hat dayîn de, êrîşên faşîst yên li dijî HDP’ê bi zimanekî tund hatin şermezarkirin û hat xwestin ku hemû parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê li cem Kurdan bin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, Erdogan bi her cure rêbazên faşîst li şûna çeteyên DAIŞ’ê, êrîşî gelên ku ji bo mafên xwe xwe têdikoşin dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, Kurd li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê rastî pêkûtiyên tundiyê tên û ji ber vê pêdiviya wan bi piştevaniyê heye. Hat diyarkirin ku, têkoşîna gelê Kurd parçeyeke ji têkoşîna hemû gelên cîhanê ye.

Endam û partiyên girêdayî MAKABAYAN’ê yên daxuyanî îme kirin ev in: Rep. Carlos Isaganî T. Zarate (Bayan Muna Partylîst) , Rep. Emmî A. De Jesus, Rep. Arlene D. Brosas (Gabrîeale Women’s Party),  Rep. Antonîo L. Tînîo, Rep. France L. Castro (ACT Teachers Partylîst), Gabrîela Women’s Party, Rep. Ariel B. Casîlao (Anakpawis Partylîst), Rep. Sarah Jane I. Elago (Kabataan Partylîst).

‘Divê NY û YE bi erka xwe rabin’

Femmes Solîdaîres, ku bi qasî 180 komeleyên ciwan ên li Fransayê di nav de cih digirin, piştgirî da hilbijartiyên HDP û DBP’ê bi taybetî jinên Kurd. Femmes Solîdaîres diyar kir, Hevserok û parlametnerên HDP’ê û bi dehan hevşaredar hatine girtin û got, “Bi tenê armanceke van êrîşan heye: Tinekirina tevgera Kurd e, ku di hedefa hikûmeta faşîzan a Erdogan de ye.”

Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin û hat gotin, “Ji bo zilma li demokratên Tirkiyeyî û gelê Kurd tê kirin bê qedandin, divê bi erka xwe rabin.”

Femmes Solîdaîres di dawiya daxuyaniyê de diyar kir, ew piştgiriyê didin jin û gelê Kurd ku ji bo azadî, edalet û wekheviyê têdikoşin. 


NAVENDA NÛÇEYAN