Li Şengalê, Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê bi daxuyaniyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Êzîdiyên ji derveyî welat ji bo xweseriya Şengalê, tecrîda li ser Ocalan were rakirin, hêzên YBŞ û YJŞ‘ê bi rengekî fermî werin qebûl kirin û herwiha alîkarî jêre werin dayîn destpêkirin, kir.
Daxuyanî ji aliyê Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih ve hat dayîn. Xidir Salih li got ku ew îro li çiyayê Şengalê ji navenda Meclîsa Şengalê dengê xwe digehînin xwişk û birayên xwe yên Meclîsa Şengalê ya ji derveyî welat û hevalên wan yê ku ji 23`ê Tebaxê ve li bajarê Trasborg ê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê despê kirine.
Xidir di berdewama axaftina xwe wiha got:”Em kar û xebatê we pîroz dikin û em ji dil û can bi werene. Ew doza ku hûn ji ber wê katîne greva birçîbûnê hêjeye ku mirov bi meha bikeve greva birçîbûnê û em ji wan kesên ku bi vî karî rabûn re dibêjin ku miletê Êzîdî bi were ye. Hûn emin û em hûnin, hûn rêberê doza Êzîdîxanê ne li welatên ji derve û em wek Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê bi hemû hêza xwe piştevanên wene.”
‘Azadiya Ocalan azadiya gelê bindest e’
Xidir tecrîta li ser Ocalan şermezar kir û ragihand ku azadiya Ocalan azadiya gelê bin deste û wiha domand; “Îro erkê li ser milê hemû welatên navnetewî yên ku mafê mirovan diparêzin û hemû gelên azadîxwaze bi Ocalan re bibin alîkar. Ji bo ku weke her kesekî li girtîgehê de ye mafê wî were dayîn. Weke girtiyekê karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Erkê herî mezin dikeve ser milê wan welatên ku dibêjin em mafê mirova diparêzin, ew jî welatên Yekîtiya Ewrûpan e.”
‘Doza gelê Êzîdî bi fikrê Ocalan ve girêda ye’
Xidir girêdana di navbera Ocalan û Êzîdiya de wiha anî ziman, “Piştî qirkirina ku bi ser gelê Êzîdî de hatî, ya 3`ê Tebaxa 2014 û bêdengiya dinyayê li hember vê yekê weke bêdengiya ku niha li ser Ocalan têkirine. Ew hêzên ku Ocalan girtin û nahêlin ti xeber jê were, bi rêya wan hêza jî ferman li me rabû. Çêdibe li vir bi rengekî din be, lê her ew zihniyete, ji bo vê yekê em dibînin doza gelê Êzîdî bi fikrê Ocalan ve girêdayî ye.
‘Bila YBŞ û YJŞ bi fermî bên naskirin’
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih wiha dawî li axaftinên xwe anî; “Ji 3`ê Tebaxê, heta roja îro YBŞ û YJŞ li Şengalê şer dike û bi sedan şehîd hene, îro em dibînin mafê van hêza heye ku ji aliyê navnetewî ve bi fermî werin qebûl kirin û alîkarî jêre were kirin, da ku karibin rê li pêşa dijminê xwe bigirin û karibin gelê xwe biparêzin. Hersê xalê we ji bo çalakî kirî em pîroz dibînin û em ji dil û can bi were ne, em ji were serkeftinê dixwezin.”