Piştgirî sîlehek e
Kirêdarên li semta St-Pauli, li ser rêya Haffenstrasse (li bajarê Elmanyayê Hamburgê) bi danezanekê, gotin, “Me berê xaniyê xwe yê li başûr dinihêre bi sembola YPJ´ê a ji Kurdistana Sûriyê xemiland. Bi vê yekê em hêrsa xwe ya li dijî zextên dewletê yên li dijî tevgera Kurd li Elmanyayê îfade dikin.”
Li ser dîwarê avahiya ku weke 6´er Block tê nasîn hem alaya YPJ´ê hat xêzkirin û hem jî li ser alayê Piştgirî sîlehek e hat nivîsandin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi dagirkeriya Tirk li Efrînê hat kirin û hat gotin, “Hewldanake xwebirêvebirinê, û bi hevrejiyana komîn gelêekî cihê yên civakî, ji Çileyê 2018´an û pê ve bi destê artêşa Tirk û destkvanên wê yên Îslamî hat fetisandin.”
Di daxuyaniyê de desteka Elmanya, NATO û Rûsyayê ya ji bo vê sefera dagirkeriyê jî hat bibîrxistin û hat gotin, “Li Elmanyaya federal sembolên xwerêvebeirya Kurd li Bakurê Sûriyê di çarçoveya zena giştî ya qedexe PKK´ê de hatin qedexekirin û protesoyên li dijî dagirkeriyê û piştgiriya bi xelkê re hat bêdengkirin.”
Ji bo bêtesîrkirina vê qedexeyê û protestokirina zexta li jî Tevgera Rizgariya Kurd jî wan dîwarê xaniyê 6´er Block ê derve weke afîşekê bi kar anî. Ji bo vê jî dibêjin: “Em dîwarê xaniyê xwe weke afîşeke mezin bi kar tînin ji bo piştgirî û hêviyê ku Rojava û xwerêveberiya Kurd bibe xwedî şensekî bi rastî.
Îro li ser vî dîwarê xênî rewşa li beşên Kurd ên Sûriyeyê li navendê ye. Sibe em ê li ser dîwarekî din behsa profîlkirina nijadî ya polîsê Hamburgê li hawîrdora me û kuştinên ji ber sedemên rasîstî bikin. Hîna gelek dîwar hene ku em bozax bikin.”