“Em yekşema bigurî gelek bûn. Tevî helwêsta cihê şermê ya polîs jî, em hemû bi xurtî û hizrekê çûn malê; hizreke ku dibêje, protesto di zemanê koronayê de hem mumkin e û hem jî divê dewam bike. Meseleya me ne prensîp in, meseleya me piştgiriya bi her kesî re ye.” 5’ê Nîsanê li gelek bajarên Elmanyayê ji bo roja çalakiyê ya federal gelek komên piştgiriyê yên Seebrucke civiyan da ku balê bikişînin ser rewşa penaberên di wargehan de. Ev wargehên hanê li Ewrûpayê ne, li Balkanan in; û penaber di rewşên neinsanî de li van wargehên li ser Rêya Balkanan tên ragirtin. Lê polîs bi îdîaya parastina ji înfeksiyonê êriş bire ser gelek çalakiyan. Yek ji van çalakiyan jî li Frankfurtê bû. Li ser mijarê çalakger Karîn a ji Seebrucke Frankfurtê ji Revolt Magazine re nivîsî. Ew bi bîr dixe ku wan li ber çemê Mainê zincîreke mirovan çêkiribû û wiha dewam dike: “Li ber devên me maske hebûn, em qederê 2 ta 3 metroyan ji hev dûr bûn û me hîç xwe nedigihand hev. Di destê me de pankart, ala, êlegên rizgarkirina ji deryayê û dovîz hebûn da ku em balê bikişînin ser doza xwe ya tavilê valakirina wargehên penaberan ên li Yewnanistanê. Bi sedan çalakgerî pişta vê dozê girt: Resmeke bi bandor a çalakiya protestoyî û serketineke bi bêdengiyê ya siyasî bû; ev bêdengî ji ber tevdîrên krîza koronayê çêbûbû. Pirraniya çalakgeran bi xwe ji cihê çalakiyê dûr ketin, lê ber bi dawiyê ve bêsedem polîs rewş aloz kir bi kirina nezaretê ya çalakgeran û tesbîtkirina nasnameyan a bi şidet.” Polîs êrişî peyama hevpar kir Karin sedema êrişkariya polîs wiha rave dike; li peravên Mainê di hewaya xweş de jixwe gelek kes dikarin bigerin, xwe bidin ber tavê, çixareyekê bikişînin, lê ji ber ku dovîz di destê wan de ne û peyamekê didin, ev yek weke pirgirêk hatiye dîtin. Li gorî Karin dovîzek îşareta du tiştan e: Helwêsteke koordînekirî û li ser li hev hatiye kirin, û peyameke hevpar. Ev jî di warê hiqûqî de wan dike civînek ku li gorî fermanên krîza koronayê bi destê polîs bi temamî hatiye qedexekirin. Karin bi bîr dixe ku wan civîn bi rayedaran dabû zanîn û jixwe şiroveya polîs a qedexeya civînan bi giştî bi serê xwe mesele ye. Bi ya wê bi destwerdana polîs, piştgiriya wan a ji bo penaberan bi carekê veguherî meseleyeke mafên destûrî yên welatiyan li Elmanyayê jî. Meseleya me piştgiriya bi her kesî re ye Ew bi bîr dixe ku hê jî pirraniya xelkê diçin kar, trên û otobusan bi kar tînin, lê beramberî vê mafên sereke yên destûrî tên astengkirin. Ew paşê rewşa neinsanî ya penaberan li wargehên li Yewnanistanê bi bîr dixe û dibêje, wezîfeyeke insanî ye ku ev wargeh tavilê bên valakirin û jiyana penaberan di rewşên insanî de bê misogerkirin. Ji bo acîlbûna protestoya xwe jî ew dibêje, “Protestoyeke ji bo em vê bibin serî, nikare heta piştî krîza koronayê bisekine. Ji ber vê, em ê rehetiyê nedin [bi çalakiyan] heta ku daxwazên me bên bicihanîn”. Di dawiyê de çalakgera Seebrucke Frankfurtê, Karin dibêje, “Em yekşema bigurî gelek bûn. Tevî helwêsta cihê şermê ya polîs jî, em hemû bi xurtî û hizrekê çûn malê; hizreke ku dibêje, protesto di zemanê koronayê de hem mumkin e û hem jî divê dewam bike. Meseleya me ne prensîp in, meseleya me piştgiriya bi her kesî re ye.” FRANKFURT