Ingrid: Ev meş ji bo min pirr taybet e. Ji erdên cihê, mirovên bi bawerî û fikrên cihê ji bo Ocalan, ji bo azadiya miletê Kurd tên cem hev. Ez nizanim, gelo li devereke din a dinyayê tiştekî wisa heya yan na.
Alex: Niha tişta ku Kurd dikin gelekî îlhamê dide, lê dîsa jî piştgirî kêm e. Heger piştgirî ne kêm bûya, her kesî nekarî pîlanê li ser Kurdan bigerîne. Ji bo min piştgiriya bi Kurdan re wezîfeyek e.
ERKAN GULBAHÇE/BARIŞ BALSEÇER / THIONVILLE
Meşa Dirêj a înternasyonalîstan a bi şîara “Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re û li dijî faşîzmê mil bi mil ve” du roj li dûv xwe hiştin. Pêr li ber Dîwana Edalatê ya Ewrûpayê ya li Luksembourgê meşê dest pê kiribû. Wan şeva roja yekê li bajarê Fransayê Guenangeyê, li hola şaredariyê amadekirî, bihurand. Alîkarê şaredar, Eric Balland jî bi şev çû serdana înternasyonalîstan û peyama piştgiriyê da. Wî got, “Doza we, dozeke heq e. Em bextewer in ku evqas mirovên ji cih û erdên cihê li vir diezimînin. Beriyardariya we nîşana serketina we ye. fikrên Ocalan bi qedr in. Tenê ji ber vê meşê jî ez bêhtir rêzê ji Ocalan re digirim. Ez hêvî dikim Ocalan azad bibe.”
Navdixwedana li dijî bê
Înternasyonalîstan doh jî tevî ba û baranê bi gotina sloganan û marşan ji Guenangeyê meşa xwe dewam kir. Tevî bayê dijwar, înternasyonalîst meşiyan. Ji bo ku carinan xwe germ bikin, li ber muzîka Kurdî govend gerandin. Înternasyonalîstan li ser rêya xwe tim û daim belavok jî dan xelkê. Wan li pêşiya xwe jî pankarta li ser nivîsandî, “Ji Ocalan re azadî, Ji Kurdistanê re statu” jî hilgirt. Pirî caran wan slogana “Bijî Serok Apo” got. Înternasyonalîst doh 12 kîlometroyan meşiyan, û gihîştin bajarê Thionvilleyê. Înternasyonalîstan şeva xwe doh li wir bihurand û îro jî ber bi Metzê ve wê meşa xwe dewam bikin.
Ez beşek ji têkoşîna Kurdan im
Ev meşa înternasyonalîstan a ji Luksemburgê ber bi Strasbourgê ve îsal cara 4ʼan tê organîzekirin. Îsal ji Kanada, Awustralya, Emerîka Latîn û Ewrûpayê 120 înternasyonalîst beşdarî meşê dibin.
Ji bajarê Kanadayê Torontoyl Alex Wilson ê 44 salî yê akademîsen yek ji wan e. Alex Wilson lêkolînên xwe li Şoreşa Spanyayê dike. Ew bi sendîkayên anarşîst û rêxistinên reşikan ên li dijî şideta polîs a li Emerîkayê re kar dike. Ew bi xwe jî bi awayekî çalak di nava siyasetê de ye. Alex Wilsond dibêje, “Gava min şahidî li têkoşîna ekolojîk a xwecihiyên li Kanadayê ya ji bo parastina erda xwe kir, ez pê hisiyam, êdî wext e ku mirov zend û bendan vemale.” Wî Kurd, têkoşîna wan û PKK bi berxwedana Kobanê re nas kirine: “Hevalekî min li ser medya civakî nivîsîbû, Kobanê hat azadkirin. Min jî meraq kir û lê nihêrî ka çawa hatiye azadkirin. Bi berxwedaneke mezin hatibû azadkirin. Kobanê derfet da me ku em Kurdan û PKKʼê nas bikin, em hîn bibin ka PKK çiqasî berfireh difikire.
Niha tişta ku Kurd dikin gelekî îlhamê dide, lê dîsa jî piştgirî kêm e. Heger piştgirî ne kêm bûya, her kesî nekarî pîlanê li ser Kurdan bigerîne. Ji bo min piştgiriya bi Kurdan re wezîfeyek e. Ji ber vê ez dixwazim bibim beşek ji têkoşîna Kurdan.”
Alex Wilson kêfxwşiya xwe ya ji beşdariya meşê îfade dike û dibêje, “Damezradina komunê, parvekirina kar, piştgirî tiştên mikemel in. Wexta mirov dibe parçeyek ji komunê, ev kela canê mirov radike. Ev hesteke nuwaze ye ku mirov minyatureke sîstema li Rojava bibîne. Em hevalên nû nas dikin. Ev ê bibe tecrûbeyeke cihê.”
Cara sisiyan e tê meşê
Ingrid Foster a 34 salî ji bajarê Swêdê Goteborgê ye û wê jî bi berxwedana Kobanê re Kurd nas kirine. Ev cara sisiyan e ku ew beşdarî Meşa Dirêj a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe. Ingrid Foster pêşî ji bo piştgiriyê hewl daye; “Me pêşî înîsiyatîfek damezrand. beriya bi şeş salan me li Swêdê Komîteya Piştgiriya bi Rojava û Kurdistanê re damezrand. Ji hingê ve ez endama komîteyê me.
Ji bo ez beşdarî vê meşê bibim gelek sedemên min hene. Ji bo naskirina mirovan û ji nû ve naskirina jiyana komunal a li vê derê, ez hatim. Di vê meşa dirêj de ez dixwazim xwe bi pêş bixim, hînî tiştên nû bibim, vir ji bo vê weke platformekê dibînim. Ev meş ji bo min pirr taybet e. Ji erdên cihê, mirovên bi bawerî û fikrên cihê ji bo Ocalan, ji bo azadiya miletê Kurd tên cem hev. Ez nizanim, gelo li devereke din a dinyayê tiştekî wisa heya yan na.”