STOCKHOLM: Li Meydana Mynttorget a li pêşberî Parlamenta Swêdê, Kurdistaniyan di nava serma -15 pileyî de çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di mîtînga li vê meydanê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê Latîf Cebe peyivî û êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li Sûr, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê weke operasyonên qirkirinê pênase kir.
SANDVÎKEN: Kurdistaniyên li bajarê Sandvîkenê dijîn, ji bo komkujiyên ji aliyê AKP’ê ve tên kirin û bêdengiya hikûmeta Swêdê protesto bikin û destekê bidin berxwedana xwerêveberiyê, wê ji Sandvîkenê bimeşin heta bajarê Gavle.
ESSEN: Li bajarê Elmanya Essenê, di çarçoveya çalakiya ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de girseya gel çelenga reş danîn ber Serkonsolosxaneya Tirk.
FRANKFÛRT: Yek ji mezintirîn bajarên Elmanyayê li Frankfûrtê jî ciwanan çalakî lidar xistin. Bi vê armancê komek ji ciwanan li Balafirgeha Frankfûrtê çalakî pêk anîn.
NURNBERG: Li bajarê Elmanya Nurnbergê konê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û gelek saziyan ve li Lorenz Kîrche hatiye vedan, di roja duyemîn de ye. Li vê derê, her roj bi çalakiyên cuda girseya gel hewl dide bala raya giştî bikişîne ser komkujiyên li Kurdistanê.
HÎLDESHEÎM: Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşeke bi kefen û mîtîngek organîze kir. Girseya gel a danê êvarê li ber Gara Trenê ya Hîldesheîmê li hev civiya, komkujiyên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
HANNOVER: Kurdistaniyên li Hannoverê, duh jî li ber Gara Trenê ya Navendî, berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de dirûşmên “Kujer Erdogan” hatin qîrîn.
DARMSTADT: Li bajarê Elmanya Darmstadtê, Meclîsa Jinê ya Roza û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Lûîsenplatzê kon vedan û raya giştî agahdar kirin.
MUNSTER: Li bajarê Munster ê Elmanya têkîldarî berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê û êrîşên qirker ên dewleta Tirk civîna gel hat lidarxistin. Li ser navê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) Tahîr Koçer wiha axivî: “Di muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re modela xwerêveberiya li Kurdistanê hatibû gotûbêjkirin û ev hatibû qebûlkirin. Lê, piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê encama wek Tayyîp Erdogan xwest derneket, biryara şer girtin û muzakere bi dawî kirin.”
OSLO: Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê tevî hewa sar jî stand vekirin. Stand li yek ji kolanên herî qelebalix ên bajêr li Karl Johan hat vekirin û ji bo agahdarkirinê belavok hatin belavkirin.
HELSÎNKÎ: Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi taybetî jî înfazkirina 12 ciwanên Kurd li Wanê bi awayekî hovane, li paytexta Fînlandiya Helsînkî, li pêş Serokkomariyê hat şermezarkirin.
ÊRÎVAN: Li paytexta Ermenîstan Erîvanê, bi armanca destekkirina xwerêveberiyan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, sazî û rêxistinên Kurdan ên li Erîvanê, li salona Saryan Poştê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Serokê Yekîtiya Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd di axaftina xwe ya li vir de êrîşên dewleta Tirk şiband êrîşên sala 1915’an ên dewleta Osmanî li gelê Ermenî kir û da zanîn, ku di roja îro de jî tê xwestin gelê Kurd bê qirkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN