El-Zobe got ku ew amdene bi hemû derfetên xwe alîkarî û pirşgirtiya gelê Kobanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin. El-Zobe di dawiya axaftina xwe de ji hemû welatiyên herêmê xwest ku li hember êrîşên komên çete yekîtiya xwe bi hêz bikin.
Ji welatiyên Siryan Isahaq Bihê jî êrîşên komên çete yên li dijî kantona Kobanê şermezar kirin û diyar kir ku ev êrîş li dijî hemû gelên herêmê pêk tên. Bihê wiha dewam kir: “Em hêvî dikin ku birayên me yên Kobanê di berxwedana xwe ya li dijî komên çete de biser bikevin û êrîşên hêzên tarî vala derxînin.”
Bihê da zanîn ku berxwedana Yekîneyên Parastina Gel ya li dijî komên êrîşkar berxwedaneke rewa ye û diyar ku ew amade ne bi hemû derfetên piştgiriya wan bikin.
EFRÎN: Siyasetmedarên herêma Efrînê jî derbarê mijarê de axivîn û êrîşên komên çete şermezar kirin. Dr. Ebdilmecîd Şêxo da zanîn ku êrîşên hovane yên li dijî kantona Kobanê parçeyekî komployaya navnetewî û herêmî ya li dijî gelê Kurd e. Şêxo da zanîn ku hêzên tarî piştî ku li herêmên din ên Rojava têk çûn berê xwe dane herêma Kobanê û wiha dewam kir:” Ew hêz çawa ku li herêmên din têk çûn di li Kobanê bi têkoşîna şervanên YPG`ê û YPJ`ê têk biçin.”
Şêxo bang li hemû partî û rêxistinên Kurdî kir ku piştgirî û alîkariya PYG`ê û YPJ`ê bikin û axa welatê xwe biparêzin. Endamê Meclisa Zagonsaz a kantona Efrînê Azad Sebrî diyar kir ku armanc ji van êrîşên li dijî herêma Kobanê ew e ku têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û wiha got: “Ev êrîşên li pey hev li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk anîna berjewendî û siyasetên hêzên tarî ne ku hewl didin destkeftiyên gel û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin.”
Sebrî di axaftina xwe de berxwedana gelê Kobanê û YPG/YPJ’ê pîroz û silav kir û got ku bi saya şervanên YPG’ê Rojavayê Kurdistanê azadiyê jiyana dike.
Têklîdarî mijarê Navenda Hiqûqnasên Rojavayê Kurdistanê Şaxê Efrînê derbarê heman mijarê de daxuyaniyek derxist û êrîşên çeteyan li dijî herêma Kobanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi saya şervanên YPG’ê ti carî nagihînin armanca xwe.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em wekî Navenda Hiqûqnasên Rojavayê Kurdistanê Şaxê Efrînê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê ku ti olên ezmanî, zagon û exlaqên cîhanê qebûl nakin bi tundî şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Careke din em wekî Navenda Hiqûqnasên Rojavayê Kurdistanê Şaxê Efrînê ji hêzên tarî re dibêjin ku ti carî hûn nikarin vîna gel ku azadî û demokratîk ji xwe kiriye sembol bişkînin. Bila bê bîra we şervanên leheng ên YPG’ê laşên we li çiyayên Lêlon ya Efrînê û herêma Cizîrê çawa belav kirin. Şervanên hûn li Efrînê û Cizîrê şikandin dikarin we li Kobanê jî bişkînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên hiqûqî û rêxistinên navnetewî hate kirin ku van êrîşên hovane şermezar bikin.
QAMIŞLO: Li bajarê Qamişlo jî Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz derbarê êrîşên li dijî herêma Kobanê daxuyaniye da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên hov ku rêjîma Baasê li dijî welatiyan pêk anîne hişt ku komên çete yên wekî Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li Sûriyê derbikevin û şoreşê tevlîhev bikin.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pejirandina gelê Kurd ji xeta sêyemîn re ne li gorî berjewendiyên hin dewletên herêmîn ên wekî Tirkiyê û Îranê bûn. Ji ber vê yekê piştgiriya komên çete dikin û hewl didin ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê têk bibin. Piştî ku hemû hewldanên hêzên tarî li Cizîrê û Efrînê hate şikandin, niha jî êrîşî herêma Kobanê dikin. Şervanên ew li Cizîrê û Efrînê şikandine dikarin li Kobanê jî wan bişkînin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Em wekî Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ên bajarê Qamişlo êrîşên çeteyan bi tundî şermezar dikin û em bang li hemû rêxistinên xwendekaran ên herçar parçeyên Kurdistanê û Ewropan dikin ku piştgiriya Kobanê bikin.”
NAVEDAN NÛÇEYAN