
GIRKÊ LEGÊ
Ji YPG’ê li dijî komên çete çalakî
Hêzên YPG’ê li gundê Hisêniyê yê Til Hemîs li dijî navendên komên çete yên DAIŞ’ê çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de gelek navendên çeteyan hatin girtin û gelek çekên çeteyan jî hatin bidestxistin. Di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûn. Hêzên YPG’ê li ser daxwaza şêniyên gundê Hisêniyê ku 2 Kîlometir rojavayê Bajarê Til Hemîsê dikeve, li dijî navendên çeteyan ên li gund çalakî lidarxistin. Şer û pevçûnên li gund dewam dikin û endamên komên çete direvin.
Gelek cebilxane hate desteserkirin
Di encama pevçûnan de hin çete hatine kuştin û hin birîndar bûne, her wiha hin tirmpêl û cebxaneyên wan hatine ruxandin. Hêzên YPG'ê bi sedan guleyên Hawan û top ku bi miqdarê barê kamyoneke mezin tên desteser kirine. Her wiha gelek kilaşînkof, guleyên RBG, BKC, bombeyên destan û doçka jî hatine desteser kirin. Hêzên YPG’ê li ser daxwaza şêniyên herêmê di 26’ê kanûnê de opersyona rizgarkirina bajaroka Til Hemîs û Til Berek dabûn destpêkirin. Di encamê de hêzên YPG’ê bajroka til Berek û gelek gundên Til Hemîs ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û gelek mayînên ku komên çete li Til Berek û gundên herêmê bi cih kiribûn bê bandor kirin.
Til HEMÎS