
Konseya Rêveber a KNK’ê derbarê greva birçîbûnê ya 27 roje ji aliyê girtiyên siyasî yên Kurd li hember zext û binpêkirinên mafan ên ji aliyê dewleta Îranê ve, hatiye dest pê kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê wiha got: “Îro greva birçîbûnê ya ku li zîndana Urmiyeyê ji aliyê girtiyên siyasî yên Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, pêdivî bi destekeke xurt û berfireh heye. KNK bangî hemû Kurdistaniyan dike ku vê berxwedana li zîndana Urmiyeyê bi tenê nehêlin, li her derê Kurdistanê û meydanên dîasporayê her bi çi rengî be piştevaniyê bikin.” KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rejîma Îranê siyaseta xwe ya binpêkirina hemû maf û bihayên mirovî gelek bi israr didomîne û wiha got: “Darvekirin bûye cezayekî gelek normal û roj nîne ku jin, mêr bi dehan kes di meydanan da neyêne darvekirin.”
Îran statukoya xwe diparêze
Di berdewama daxuyaniya KNK’ê de wiha tê gotin: “Bi taybetî zîndan li dijî têkoşerên siyasî bûne cihên şîdet, îşkence û darvekirinan. Rejîma kevneperest bi vê êrîşkariya xwe dixwaze muxalefeta demokratîk bişkîne. Rejîmê temamî Îran kiriye zîndaneke vekirî û meydana darvekirin. Heta niha bi sedan siyasetmedar û têkoşerên doza Kurdistanê hatine darvekirin. Di halê hazir da jî bi sedan siyasetmedar û aktîvîstên mafê mirov li zîndanan di bin îşkenceyeke nedîtî de ne û gelek ji wan jî li ber darvekirinê ne. Ev hovîtî, şîdet û îşkenceyên li zîndanan, darvekirinê têne kirin hemû girtî anîne asta berxwedaneke xurt û berfireh. Girtî êdî vê zilmê qebûl nakin, bi hemû rê û metodan nerazîbûna xwe nîşan didin. Herî dawiyê jî li zîndana Urmiyeyê girtiyên siyasî yên ji organîzasyonên cuda yên Kurdistanê greva birçîbûnê dane destpêkirin.”
KNK’ê da xuyakirin ku nêzîkî mehekê ye ku 29 girtiyên siyasî bi armanca protestokirina zor û zilma rejîmê ya li zîndanan û bi giştî Îran û Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne û got: “Vê çalakiyê hem li Îranê, hem jî li Kurdistanê deng vedaye. Ji ber vê dengvedanê jî rejîma Îranê şîdeta xwe ya li ser girtiyan zêdetir kiriye. Rewşa hindek berxwedêrên greva birçîbûnê hatiye dereceya metirsiya jiyanî.” KNK’ê got ku dive hemû alî piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan nîşan bidin û wiha got: ““Ji bo vê çalakiyê û berxwedêran zerûrî ye ku piştevaniyeke xurt û berfireh bê nîşandan. Berxwedana zîndanan li Îran û Kurdistanê her diçe belav dibe û ev xewê li rejîmê heram dike. Rejîm gelek cidî ji vê berxwedanê ditirse ku bibe bizaveke mezin a muxalefetê. Siyasetmedarên bizava neteweyî, berxwedêrên doza Kurdistanê ji aliyê têkoşîna li zîndanan ve xwedî tecrûbe ne. Li Bakurê Kurdistanê jî têkoşeran zîndan kiribûn çeperên berxwedanê. Her wisa di dema rejima Saddam de jî zîndan cihên berxwedanê bûn û ji ber vê helwestê jî bi hezaran girtî bi îşkenceyên nedîtî hatine kuştin. Li dijî rejima Şamê jî girtiyên siyasî zîndan kiribûn meydanên berxwedanê.”
Cîhan bêdeng e
KNK’ê herwiha bangî organîzasyonên navneteweyî yên humanîter jî dike ku beramberî vê berxwedana siyasetmedarên Kurdistanê bêdeng nemînin û zextê li dewleta Îranê bikin ku vê polîtîka xwe ya bi şîdet, îşkence û dij demokratîk bi dawî bîne. KNK’ê bangî rejîma Îranê jî dike ku dawiyê li vê polîtîka xwe ya dijî mirovahiyê bîne û hê kes nemirî bi rêya diyalogê daxwazên girtiyên polîtîk bi cih bîne. KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de silav li berxwedana girtiyên polîtîk a li zîndana Urmiyeyê kir û wiha got: “Ev hevgirtina li zîndanê pêkhatî hêvî dikin bibe nimûne ji bo hemû partî û rêxistinên Rojhilata Kurdistanê ku zûtirîn wext li derveyî zîndanê jî tifaqa xwe çêbikin û li dijî rejimê bi hev re têkoşînê bikin.”
ROJNEWS/BRUKSEL