Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Ewropayê 5. civîna xwe ya kombûna bi hilbijêran re li bajarê Frankfurtê li Elmanyayê pêk anî. Bi hezaran kes beşdarî civîna li Fraport Arena bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî ber bi dawiya civînê hate salonê. Bi wezîfeya HDP’ê dest bi axaftinê kir û got: “Dibe ku HDP partiyek nû be. Lê li ser mîrateya sedan salan şekil digire. Îro gelek çemên avê digihînin deryaya HDP’ê hene. Em wisa bi rehetî negihiştin van rojana. Xwestin me ji dîrokê rakin. Dema gotin xilas bûn, em careke din derketin ser dika dîrokê. Em wek gel ji xweliyên xwe xuliqîn..”

Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de bang li hilbijêrên Ewropayê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dvê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê. Bi vê jî têr nebin, pêwîst e her kes li gel xwe hinekî din jî bibin. Hedefa me ev e ku em dengên xwe 2 qat zêde bikin û 5 parlamenteran derxin.”


Li Dortmûndê piştgiriya HDP’ê

Li welatên Ewropayê, yek ji şevên piştgiriya bi HDP’ê re li bajarê Elmanya Dortmûndê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve hat organîzekirin.

Şeva ku ji aliyê Meclîsên Jinan ên TJK-E ve hat lidarxistin, bi dirûşma „Bi deng û rengê jinê re piştgiriya ji bo HDP’ê“ pêk hat. Di şevê de tevî Parlamentera HDP’ê ya Erzîromê Seher Akçinar Bayar, hunermend û endama HDP’ê Pinar Aydinlar, Hevseroka Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) Fatoş Goksûngûr û nûnerên DÎDÎF’ê, bi sedan jin amade bûn. Piştî axaftinan koma Dengê Xwezayê ya TEV-ÇAND’ê û hunermend Narînxan derketin ser dikê.


Şeva piştgiriyê li Grazê 

Li bajarê Awustûrya Grazê, ji bo piştgiriya HDP’ê şevek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan beşdarî şevê bû. Şev li salona Volkhaûs, bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di şevê de ku bi sedan kes lê amade bûn, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî axivî. Ayhan bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1’ê Mijdarê û diyar kir ku HDP dengê hemû bindestan e.  Di şevê de Hawa Komo, Osman Yilmaz û Bawercan derketin ser dikê. 


Lînz jî tevlî xebatên hilbijartinê bû

Li bajarê Awustûrya Lînzê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk roja Yekşemê li Volkshaûs Ebelsbergê civîneke gel lidar xist. Di civînê de tevî Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Lînzê amade bûn. Piştî rêzgirtinê, nûnerên rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û li ser navê DÎDF, ATÎK, Komeleya Pîr Sûltan Abdal û ADHG, axaftin hat kirin.  


Yildirim: Hilbijartin gelekî girîng in

Li bajarê Fransa Toûloûse, ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê civînek hat lidarxistin. Di civînê de Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim axivî. Yildirim di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku hilbijartinên 1’e Mijdarê gelekî girîng in, ji ber ku encama ji hilbijartinê derkeve wê neyê wateya Tirkiye ji bo 4 salan ji aliyê kîjan hikûmetê ve were birêvebirin. Parlamenterê Partiya Sosyalîst Gerarad Bapt jî di axaftina xwe ya li civînê de anî ziman ku ew bawer e, wê HDP di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî bi ser bikeve.


Banga dengdayînê li Montpellîerê

Li bajarê Fransa Montpellîerê, li ser hilbijartinê civînek hat lidarxistin. Li vir banga dengdayînê di navbera 8-25’ê Cotmehê de li hilbijêrên li Ewropayê hat kirin. Di civînê de ku bi qasî 400 kes lê amade bûn bal hat kişandin ser pêkanînên antî demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û ji bo bidawîbûna binpêkirina mafên mirovan, bi taybetî ji bo sekinandina dîktatorî û komkujiyên bi destê AKP’ê li Kurdistanê tên kirin, bang li her kesî hat kirin ku dengê xwe bidin HDP’ê.


Yuksekdag: HDP wê bi ser keve

Li bajarê Hollanda Den Haagê panelek jinan û hilbijartinê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a bi rêya telefonê beşdarî panelê bû got, „Me soza dane şehîdên jin ti carî ji bîr nekir. Nirxê hemû canên hatine qetilkirin li ser milê jinan e.“ Yuksekdag got, „Ji aliyê AKP’ê ve ji jinan re ‘hiş bin’ tê gotin, lê belê li dijî hêzên Tirkiye veguherandine gola xwînê, bi eksa jinê wê HDP bi ser bikeve.“ Yuksekdag di dewama axaftina xwe de got, „Me soza dane şehîdên jin ti carî ji bîr nekir. Nirxê hemû canên hatine qetilkirin li ser milê jinan e.“  


 NAVENDA NÛÇEYAN