Disa wekî her carê welatiyên ku hatin qada nîmêjê karton û secadeyên xwe ji malê anîn û li qadên nimêjê ref girêdan. Di nimêjên înê de welatiyan bi Kurdî (kurmncî û dimilî) weaz dan û xutbe xwendin. Meleyan di nimêjê de xwest Kurd tifaqa xwe xurt bikin û li dijî zulmê derkevin. Meleyan, bang li her kesî kir û xwest piştgiriyê bidin gelê Sûriyeyê. Li Wanê nimêja Înê ya bê dewlet bi beşdariya sedan welatiyan li înşata otoparka Şaredariyê Wanê hate kirin. Ji ber Remezanê ku ji her hefteyê welatî zêde tevlî nimêjê bûn bal kişand ser xwe. Li gel bi sedan welatî Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên BDP’ê yê navend û navçeyan amade bûn.
Ji ber bandora meha Remezanê her ku diçe nimêj bi beşdariyek xurt derbas dibe. Di nimêjê da Mele Ebdullah Uca weazên bi Kurdî da û banga azadiya welat, biratî û aşîtiyê kir. Uca, diyar kir ku Meleyek hevalên wan di erdhejê de zerarek mezin dîtiye û bi xizaniyê re dijî. Uca, bang li hemû welatiyan kir û xwest ji bo alîkariya wî ji dilê wan çi hat alîkariyek bikin û ji bo alîkariyê gelek pere hate civandin. Uca, anî ziman ku ola îslamê olekî alîkarî û wekheviyê ye. Piştî weazan bi sedan welatî li pey melê xwe rêz girt. Li Colemêrgê jî bi girseyî nimêja Înê ya bê dewlet hate kirin û rêveberên BDP’ê jî beşdar bûn. Di nimêjê da weazên bi Kurdî hatin dayîn piştî weaza welatiyan li pey melê xwe rêz girt. Li navçeya Melezgîrtê ya Mûşê jî nimêja înê bi girseyî hate kirin. Rêveber û endamê BDP’ê jî tevlî bûn. Li vir jî banga aşîtî û yekitiyê hate kirin. Piştî weazan welatiyan li pey melê xwe rêz girt.
AMED