Lîla Qaraee Berpirsiyara “Tevna Rêxistinên Jinan” a navenda wê li Swêd e, xwedî 20 kadro û 40 xebatkarên dilxwaze û 20 sal in xebatan dimeşîne, got ku ji bo jin û zarokên rastî zext û şidetê hatine li gel malbatên guncav û avahiyan bicih bike wezîfedar in. Qaraee diyar kir bi jin û zarokên bicih kirine timî re di nav têkiliyan de ne û ew bi civakê dane qezenckirin. Qaraee anî ziman ku li gel wê li hember zext û şideta li dijî jin û zarokan çalakiyên girseyî organîze dikin.
Alîkarî gihandin Pirsûsê
Qaraee got ku ji ber xebatên serketî saziyên cur bi cur xelatên cuda dane Rêxistina Tevna Jinan û got, “Di demên dawî de me ji Konfederasyona Sendîkayên Swêd û Meclîsa Bajêr a Stockholm xelat wergirt. Em van xelatan tenê ji bo piştevaniya navneteweyî bikar tînin. Piştevanî ji bo me ne tenê têgîneke razber e, pratîk e. Ji ber vê sedemê em di nav tevayî çalakiyên li Swêd pêk tên cih digirin û di heman demê de bi jin û zarokên li welatên din re jî di nav piştevaniyê de ne.” Qaraee da xuyakirin ku tiştên li Kobanê û Şengalê pêk tên ji nêz ve dişopînin, di civîna dawî desteya rêveberiyê de biryar girtine ku ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatine Tirkiyeyê 10 hezar kron alîkariyê bidin.
Qaraee axaftina xwe wiha domand: “Tiştên çeteyên DAIŞ’ê anîn serê jinên Êzidî yên Şengalê tevayî cîhan tenê temaşe dike. DAIŞ’î tecawizî jin û zarokan dikin û wek kole difiroşin. Li cîhanê tevgera jinan di rewşeke felcbûnê de ye. Eger ne felc bûya niha tevayî cîhan rabibû ser piyan. Diviyabû tevayî rêxistinên jinan û yên mafê mirovan li jin û zarokên Êzidî û yên din xwedî derketibana. Lê jinên Kobanê û Rojava hêviyan diafirînın. Di destê wan de çek li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û ji tevayî jinan re dibin mînak. Ez wek sosyalîstekê bi têkoşîna wan serbilind im.”
ANF/STOCKHOLM