Berdevkê wezareta derve yê Amerîka John Kirby li paytext Washingtonê civîneke çapemeniyê lidarxist. Kirby bersiva pirsa ‘Tirkiye bi çavê terorîst temaşeyî YPG’ê dike û Amerîka jî piştgiriya wan dike. Di navbera van herdu dîtinan de helwestek wisa ji hev cûda heye, Amerîka hevkariya xwe ya ligel Tirkiyê çawa birêve dibe?’ da. John Kirby destnîşan kir ku ew weke ‘terorîst’ temaşeyî YPG’ê nakin û ragihand: “Em weke rêxistinek terorîstî temaşeyî YPG’ê nakin. Serkeftina wan a li Sûriyê ya li dijî DAIŞ’ê vê yekê îspat dike. Ev komên li dijî DAIŞ’ê yên serkeftî ne û dikarin serbikevin jî. Xebata me ya bi hev re wê berdewam bike. Herwiha hemû ne Kurd in jî.”   


 WASHÎNGTON




NATO’yê Tirkiye hişyar kir


Sekreterê Giştî ya NATO’yê Jens Stoltenberg derbarê êrîşên li ser PKK’ê, Tirkiye hişyar kir û got:“Mafê Tirkiye heye ku li hemberî êrîşan xwe biparêze. Lê divê ev di çarçoweya parastinê de bimîne û pirsgirêk neyê kûrkirin.“ Sekreterê Giştî ya NATO’yê Jens Stoltenberg, derbarê konsepta şer a nû û êrîşên hewayî yên li hember PKK’ê de Tirkiye hişyar kir.
Stoltenberg diyar kir ku êrîşên hewayî pêvajoya aşitiyê ya bi PKK’ê re dixe xetereyê û wiha got: „Mafê her welatî heye ku xwe biparêze. Lê divê ev di çarçoweya parastinê de bimînê û pirsgirêk belasebep neyê kûrkirin.   


 ENQERE