Endama Desteya Têkiliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star Şehnaz Şerîf diyar kir li Qamişlo 10 rêxistinên jinan tevlî tevlî kampanyê bûne. Şehnaz da zanîn ku wan wekî Yekîtiya Star bi armanca danasîna kampanyê û armanca wê serî li gelek rêxistinên jinan dane û di encama hevdîtinên wan de rêxistina Tevgera Jinên ciwan, Yekîtiya Jinên Suryanî, Însyatîfa Jinên Sûriyê, Rêxistina li dijî tundiya li ser jinan Sara, Rêxistina Jinan a partiya Lîbralî, Komîteya Jinan a Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Jinan Partiya Pêşve rû ya Kurd li Sûriyê, yekîtiya jinan û Komeleya Şawîşka tevlî kampanyê bûn. Di dawiya axaftina xwe de Şehnaz Şerîf bang li hemû jinan kir ku tevlî kampanya ku dê heta 6 mehan dewam bike, kir.
QAMIŞLO