Di çarçoveya kampanyaya ku ev demeke bi pêşengiya Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) ve li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê tê meşandin de, li Şengal û gundên wê hin rêze civîn hatin lidarxistin. Di civînan de nîqaş li ser pirsgirêkên jinan tên kirin û hewl tê dayîn çareserî jê re bê dîtin. Her wiha jin li ser rê û rêbazên pêşvebirina rêxistinbûyîna xwe radiwestin. Endama RJAK'ê Netewî Xemgîn, di civîna li gundê Gohbel ê li qada Şemal (Bakur) ê Şengalê axivî û destnîşan kir ku pirsgirêkên heyî yên jinên Şengalî qederek nîne û bi lihevkombûn û nîqaşkirinê re dikarin van pirsgirêkên xwe çareser bikin. Xemgîn anî ziman ku jinên Şengalî di jiyana civakî û siyasî de ne li cihê ku heq dikin e û got, "Îro jinên Kurd li gelek qadan ji têkoşîna azadiyê re pêşengiyê dikin. Pêwîste jinên Şengalî jî di vê têkoşînê de rengê xwe hîn bêtir bidin nîşankirin. Hînê destûra xwendina zarokên keç nayê dayîn, jin hînê ji ber pirsgirêkên dijîn dikarin xwe bişewitînin. Divê êdî dawî li vê rewşê bê anîn û li her qadê em hebûna xwe bidin hîskirin." Endama RJAK'ê Şevîn Lorîn jî di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku jinên Kurd îro ne tenê ji bo jinên Kurdistanê ji bo tevahiya jinên cîhanê di rêya azadiyê de pêşengiyê dikin. Jinên li Şengalê jî ji bo di vê têkoşîna bi rûmet a azadiyê de cihê xwe bigirin, divê pirsgirêkên derdikevin pêşiya xwe çareser bikin û bi rêxistinbûyînê bibin bersiv." Jinên Êzidî yên Şengalî jî di civînê de gotin, "Em êdî dixwazin astengiyên li qada siyasî û civakî yên li pêşiya me bên rakirin, em jî mîna her kesî li her qadên jiyanê bi rengê xwe cih bigirin."

ŞENGAL