Her ku diçe piştigriya ji bo vê kampanyaya Kurdan zêdetir dibe. Parlementer Partiya Mûhafezekar Syed Kamall, parlementera Partiya Karker ê Islington Emily Thornberry û Parlementerê Partiya Muhafezekar ê Swindonê Robert Buckland û Justin Tomlison ji bo kampanyaya Kurdan ketin nava liv û tevgerê û name ji Wezareta Derve ya Îngilîz re şandin. Parlementeran di nameya ji Wezaretê re nivîsandin de ji pirsên weke “We piştî komkujiyê çi hişyarî da Tirkiyeye?” pirsîn û bang li Wezareta Derve kirin ku li hemberî rageşî, girtin û zêdebûna şer û pevçûnên li Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê.
Beriya niha jî, bersiva nameya ji aliyê Mala Gel a li Londonê ve ji parlementerên Parlementoya Îngilîstanê û parlementerên Îngilîz yên Parlementoya Ewropayê re hate şandin, hatibûn. Parlementerê ji Partiya Mûhafezekar ê Parlementoya Ewropayê û Berdevkê Peywendiyên Derve yê Partiya Muhafezakar Dr. Charles Tannock bersiv da nameya Kurdan. Tannock diyar kir ku ew êşên ku gelê Kurd dikişînin dişopînin û diyar kir ku wana karanîna çekên kîmyewî li hemberî gerîlayên PKK’ê û kuştina 7 sivîlên Başûrê Kurdistanê aniye rojeva xwe û got ku ew ê komkujiya Roboskiyê jî bişopînin.
Parlementerê Partiya Karker ê Tottenham, David Lammy jî piştgirî da kampanyayê. Lammyê ku bi helwesta xwe ya li dijî nijadperestiyê tê nasîn, di nameya nivîsand de got ku Komkujiya Roboskiyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat wî pir xemngîn kiriye û got ; “Ger dewleta Tirk lêborînê jî bixwaze û tezmînatê jî bide, mixabin ev yek jî ne bes e. Divê dewleta Tirk teqez bi rêyên aşitiyane pirsgirêka Kurd çareser bikin, an ne, dê ev kuştin zêdetir bibin û dê pirsgirêk kûrtir bibe. Ji ber wê jî ez ê komkujiya Roboskiyê ji Wezîrê Karê Derve yê Îngilîz William Hague bipirsim.”
Ji ciwanên Kurd piştgiriya hilbijartinê
Hewldanên ciwanên Kurd ên ji bo hilbijartinên ku di meha gulanê de pêk bên berdewam dikin. Kurd piştgiriyê didin Şaredarê berê yê Londonê Ken Livingstone yê ku careke din dibe namzedê şaredartiya Londonê. Di şevbêrka ku ji aliyê “Kurds for Labour” ve hate organîzekirin de Kurd û Livingstona li hev civiyan û der barê pêşketinên li Kurdistanê de jî gotûbêj hatin kirin.
Livingstone ji ber piştgiriya ji bo kampanyay hilbijartinê malavahiya ciwanên Kurd kir û di axaftina ku kir de diyar kir ku divê êdî Kurdistan jî azad bibe.
Di hilbijartina 3’ê gulanê de, dê Ken Livingstone ku namzedê Partiya Karker e, dê bi Boris Johnsonê ji partiya Muhafezakar re bikevin nava pêşbaziyekê dijwar. Li gorî rapirsiya k udi 23’ê çile de ji aliyê rojnameya The Guardian ve pêk hat de Livingstone ji sedî 51’ê dengan werdigire.
ANF/LONDON