Li bajarên Nûrnberg, Mannheîm Hamburg û Darmstadt ên Almanya ji bo piştgiriya bi Kobanê re çalakiyên piştgiriyê lidarxistin. Her wiha li Fransa, Swîsre û Yewnanîstanê jî çalakî pêk hatin.

NÛRNBERG: Pêkhateyên Yeketiya Hêza Demokratîk, li bajarê Nûrnberg yê Almanya li pêşiya Lorenzkirche ji bo piştgiriya bajarê Kobanê û êrîşên li ser gelê Kurd şermezarbikin mîtingek lidarxistin. Di mîtinga ku jimarek zêde kes tevlîbibûn de, diyar kirin ku Kurdên li Nûrnbergê dijîn bi gelê Rojava re dinava piştgiriyê dene. Her wiha di axaftinan de hat diyar kirin ku wê piştgiriya wan bi Rojava re berdewam bike.
MANNHEIM: Li Mannheimê jî mîtingek hat lidarxistin. Mîtinga ku bi pêşengtiya Ciwanên Azad hat lidarxistin de nêzî 100 kes tevlî bûn. Di çalakiyê de belavokên ku behsî bûyerên li Kobanê rûdidin, hatin belavkirin. Her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan û hersê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin. Di çalakiyê de êrîşên DAIŞ’ê hatin lenetkirin.
HAMBURG: Li Hamburgê  mîtînga “Kobanê ne bi tenêyê” hat li darxistin. Mîtînga ku li Hamburg hat li darxistin de bi sedan Kurdistanî tevlîbun. Di çalakiyêde erîşên dewleta îslam a irak û Şamê (DAIŞ) ê li ser Kobanê hatin şermezarkirin û mesaja “Kobanê ne bitenenêye” hat dayîn. Di mîtîngê de bi Kurmancî, Elmanî, Tirkî û Erebî axaftin hatin kirin û hat gotin, çeteyên ku axa Suriyê  vegerandine gola xwînê tû peywendiya wan bi îslamê ve nîne û bi alîkariya hêzên derve êrîşa li ser sîstema demokratîk ku li Rojava hatiya avakirin û dest keftiyên şoreşê hedef digrin û hat gotin ku sekna gelê Kurd a bi rêxistinkirî berdewam dike.  Di dema çalakiyêde belavokê ku YEK-KOM amadekiribun hatin belavkirin.
DARMSTADT: Li Darmstadtê Kurdên ku li Luîsenplats hatin cem hev pankareteke mezin ya bi ser navê ‘Şoreşa Rojava rûmeta me ye’ û bi almanî jî ‘Em şoreşa Rojava slav dikin’ hate vekirin. Her wiha di çalakiyê de dovîzên ‘Tirkiye piştgiriyê didê, Ewropa temaşe dike, El Nusra komkujiyê pêk tîne”, “Berxwedana YPG û YJP’ê berxwedana demokrastî û azadiyê ye” hate hildan û der barê êrîşên çeteyan de bi hezaran belavok hatin belavkirin.
PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî herêma Kobanê çalakiya protestoyî hat lidarxistin‫.‬ Bi sedan Kurdistaniyên li Meydana Bastille hatin cem hev, êrîşên li hemberî Kantona Kobanê şermezar kirin‫.‬ Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bi destê El Qaîde-DAIŞ û Tirkiyeyê li Rojava komkujî tê kirin” hat hilgirtin û bi hezaran elavok hatin belavkirin‫.‬
ZURICH: Bi însiyatîfa rêxistina Partiya yekîtiya Demokratîk a Siwîsrayê duh bi sedan kurdistanî li bajarê Zurich bi durişmeya  “Kobanê ne bi tenê ye” xwepêşandanek lidar xistin. Kurdistanî li qada nêzî stasyona tirênê kom bûn û bi durişmeyên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re xwepêşandan hate destpêkirin. Di xwepêşandanê de belavokên derbarê rewşa Rojava de ku bi zimanê Almanî hatibûn nivîsandin li beşdaran hatin belavkirin.  wepêşandan bi durişmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana Kobanê, YPG’ê û YPJ’ê re bi dawî bû.
ATÎNA: Rêxistina PYD’ê ya paytexta Yonanê Atîna bi heman armancê bi beşdarbûna sedan kesî ve xwepêşandanek lidar xist. Kurdistanî ji ber navenda bajarê Atînayê meşiyan û di ber Navenda Parlemantoya Yewnanîstanê re derbas bûn û li pêşiya navenda Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê çalakiya protostokirinê lidar xistin. Li vir Daxuyaniya Partiya Yekîtiya Demokratîk a derbarê êrîşên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê hate xwendin. Kurdistaniyan alên YPG’ê û YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û durişmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojava re û şermezarkirina çeteyên DAIŞ‘ê û Dewleta Tirk,  gotin.

NAVENDA NÛÇEYAN




Ji bo parastina Rojava vedigerin

Piştî êrîşê çete li ser Kobanê zêdebûn ji bo parastina Rojava  jî her derî gel tevlî nawa refên YPG dibê.  Pîştî YPG serefberî îlankir û banga ciwanên Kurd kir ji bo parastina Kobanê bikin, 17 ciwanên ji ber êrîşên çeteya derketibûn derveyî welat vegeriyan Kobanê û tevlî xebatên parastinê bûn.
Piştî YPG’ê seferberî îlan kir û bangli gelê Kurd kir,  bi sedan kes bi tevlîbûna nava refên YPG’ê bersiv dan. 17 ciwanên ji gundê Aşmê ya başûrê Kobanê ku koçberî derveyî welat bibûn vegeriyan û tevlî xebatên parastina gundê xwe de girtin.
Ji ciwanên 14 ji wan ji Lubnanê û 3 ji Tirkiyê vegeriyane û cihê xwe di nava xebatên parastinê de digirin. Ciwanan destnîşan kirin ku ew bi armcna gundê xwe ku niha di xeta pîşî ya şer de biparêzin hatina nawa YPG.
Derbarê mijarê de ciwanê bi navê Mesûd Mihemed got ku ew li ser banga seferberiyê ya YPG’ê vegeriyane da ku parastina welatiyê xwe bikin. Mihemed bang li ciwanên li derveyî welat kir ku vegerin welatê xwe û cihê xwe di nava xebatên parastinê de bigrin.
Ciwnê bi navê Mihemed Hesen jî da zanîn ku wî li paytexta Lubnanê Beyrûtê xebat dikr û piştî ku komên çete êrîşî herêmê kiriye vegeriya û di nava xebatên parastinê de cihê digire. Hesen bang li hemû ciwanên Kurd kir ku parastina herêmên xwe bikin û got: ‘’Heta ku em hemû xaka xwe ji çeteyan rizgar bikin em li dijî çeteyan şer bikin.’’

KOBANÊ