Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan pêk hat û li vê derê daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de operasyonên AKP’ê yên li dijî çapemeniya azad weke ‘amadekariya qirkirinê’ hat pênasekirin û hat gotin, şîrketa Eutelsatê jî şirîkê vê ye.
Çalakgeran xwestin, ev biryara nehiqûqî derhal bê betalkirin û lêborîn ji gelê Kurd bê xwestin.
Piştî daxuyaniyê, girseya gel ji navenda şîrketa Eutelsatê ya li Parîsê ye, nameyên ji bo şermezarkirinê şand.
Ji KOMAW’ê banga xwedîderketinê
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan li Ewropayê (KOMAW) li ser girtina televîzyonên Kurd û mûxalîf ên bi ferman AKP/Qesrê hatin girtin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat bibîrxistin, rojnameya Ozgur Gundemê, TV 10, Zarok TV jî hatine girtin û hat gotin, “Faşîzma Erdogan dixwaze tirsê berde dilê civakê. Girtina Zarok TV nîşan dide ku faşîzma AKP’ê ji zarokên me jî ditirse.”
KOMAW’ê da zanîn, Erdogan bi şîrketa Eutelsatê re tifaq kiriye û wiha dewam kir: “Li dijî darbe û hevkariya dewleta Tirk a faşîst bi Eutelsatê re em hîn bêhtir xwedî li Med Nûçe û Newroz TV derkevin û serî li ber faşîzma Erdogan netewînin.” KOMAW’ê ji bo çalakiya nobedê ya îro li Kolnê jî, banga tevlîbûnê kir.
MARSÎLYA / KOLN